Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin 2021-01-29 22:10:38   COLEMÊRG - Li Taxa Gungor a Geverê 2 cenaze hatin dîtin.    Li Taxa Gungor a navçeya Gever a Colemêrgê cenazeyê Abîdîn Ozçuk û Enver Ozçuk hatin dîtin. Şêniyên taxê her du cenaze di depoyekê de dîtin û haya tenduristkaran û polîsan pê xistin. Cenaze rakirina Nexweşxaneya dewletê ya Geverê.   Tê gotin her du kes ji ber duxan komirê jehrî bûne û jiyana xwe ji dest dane.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.