Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin 2021-01-30 09:17:44   AMED - Bi sed hezaran kesên ku zanîngeha kuta kirine û betal in, nikarin deynê xwe yê krediya KYK'ê bidin. Xwendekaran anîn ziman ku nikarin vî deynî bidin û Egîtîm-Senê jî xwest deyn bên xerakirin.    Li Tirkiyeyê bi sedhezaran kesên ku zanîngeh kuta kirine û betal in, nikarin deynê krediya KYK'ê bidin ku dema xwendekar bûne wergirtine. Xwendekran diyar kir ku dewlet bi çavê kirîgeran li wan mêze dike û Hevseroka Egîtîm Sen a Amedê a Şaxa 1'ê Emîne Akşahîn jî destnîşan kir ku demildest divê ev deyn bên xerakirin.    Li Tirkiyeyê hejmara kesên ketine bin deynê krediya KYK'ê û nikarin bidin 3 milyon û 100 hezar kes in û her wiha 300 hezar kes jî ji ber vê hatine heczkrin.    26 HEZAR TEL DEYNÎ WÎ HEYE    Ramazan Keskîn ku di sala 2019'an de Beşa Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê kuta kiriye, 26 hezar deynê krediya KYK'ê lê ye. Keskîn, anî ziman ku ji bo ku vî deynî bide aşpêjiyê dike û ji ber pirsgirêkên civakî-aborî yên ji ber pandemiyê rû dane, nikare li ezmûna KPSS'ê bixebite. Keskîn, bilêv kir ku nikare vî deynî bide û got: "Jixwe bûrsa KYK'ê ya bideyn tiştekî şaş e. Dewlet xwe wekî bankeyê dihesibîne û xwendekaran jî wekî kirîger. Tu qadeke karî nade ber te. Heger rêbaz şaş be, dê encam jî seqet be. Li gor min divê bûrseke bêdeyn bê dayîn."    BAR E    Necatîn Uçdag jî ku 2 salan li Zanîngeha Erdexanê Beşa Wêjeya Tirkî xwendiye û ji ber rewşa aborî dev jê berdaye, 17 hezar deynê krediya KYK'ê lê ye. Uçdag, diyar kir ku 12 xwişk û birane û rewşa wan a aborî nebaş e û got: "Ez ê çawa bidim?" Uçdag, destnîşan kir ku krediya wergirtine jî bi kêrî wan nehatiye û niha ji wan re bûye barek.    MIROVAN JI PERWERDEHIYÊ DÛR DIXIN    Hevseroka Egîtîm-Sen a Amedê ya Şaxa 1'ê Emîne Akşahîn jî anî ziman ku xwendekar ji bo ku pêdiviyên xwe peyda bikin perwerdehiya xwe di nîvî de dihêlin an jî bi temamî dev jê berdidin. Akşahîn got: "Ciwanên me yên ku bi tahb û rebenî azmûnê qezenc dikin û diçin zanîngehê, mixabin gelek caran nikarin pêdiviyên xwe bi dest bixin. Ji bo vê an dev ji dibistanê berdidin an jî hem diçin dibistanê hem jî di ber re diaxibin."    KAR Û BAR TUNE YE'    Akşahîn, anî ziman ku niha betaliyeke gelek zêde heye û got: "Di vê serdemê de piraniya ciwanên me bi meaşê kêm dixebitin an jî di karên nîvdanî de dixebitin. Lê rabûne cardin derbarê deynên KYK'ê de biryar girtine. Kirine 18 texsît. Kar û bar tune ye, meaş tune ye. Xwendekar nikarin vî pereyî bidin. Îqtidar naxwaze vê yekê bibîne. Di vê pêvajoyê de hemû pêşniyazpirsên partiyên din hatin redkirin."    Akşahîn, bibîr xist ku xwendekar ji bo deynên krediyê bên xerakirin hin kampanya dane destpêkirin û got: "Bi sedhezaran kesên ku zanîngeh kuta kirine, di karine din de bi meaşê kêm dixebitin. Mixabin derbarê pêşeroja wan de tu gav nayên avêtin. Bi tenê, di halê xwe de hatine hiştin. Teqez divê bûrsa bêbergîdan bê dayîn."