Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin 2021-01-30 09:19:25 STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê berê Faysal Sariyildiz ku di sala 2012'an de li girtîgehê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên niha bi heman daxwazê hatine destpêkirin got: "Ji bo li zindanan kes jiyana xwe ji dest nede û texrîbat çênebin, em ên derve divê daxilî nav vê berxwedanê bibin."  Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'an heya niha didomin.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Faysal Sariyildiz ku di 12'ê Îlona 2012'an de di nav çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan de cih girtibû, polîtîkaya tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê yên niha nirxandin.    ‘PÊŞÎ LI BER RÛXANDINÊ GIRT'    Sariyildiz, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandora xwe ya li ser civaka kurd di demên krîtîk de bi kar aniye û bi hin mudaxileyan pêşî li ber karesatên mezin girtiye û yek ji van demên krîtîk jî sala 2012'an bûye. Sariyildiz, anî ziman ku di sala 2012'an de tecrîda li ser Ocalan pir hatibû girankirin û got: "Di serî de li Bêşebab û Şemzînan, li gelek deveran şerên dijwar diqewimîn. Di vê serdemê de, di 12'ê Îlona 2012'an de, li girtîgehan bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin. Daxwaza wan a sereke tenduristî, ewleyî û şert û mercên azad ên Ocalan û rakirina astengiyên li ber zimanê zikmakî bûn. Ev greva birçîbûnê di roja 67'an de bi bangawaziya Ocalan bi dawî bû."    ‘HEGER DEWLET SAMÎMÎ BÛNA...'    Sariyildiz, bilêv kir ku di serdemeke werê krîtîk de di roja 20'emîn a çalakiyê de tevli greva birçîbûnê bûye û got: "Birêz Ocalan, di dema herî krîtîk de mudaxileyî pêvajoyê kir. Grevên birçîbûnê bi destkeftiyan bi dawî bû. Girtiyên siyasî li dadgehan bi zimanê zikmakî parêziya xwe kirin. Hevdîtin bi Ocalan re çêbûn û deriyên Îmraliyê hatin vekirin. Ocalan bi mudaxilekirina xwe, pêşî li ber şerekî girt ku kesî nizanibû dê dawiya wê çi be. Dewlet jî her ku ditengije diçe li deriyê Birêz Ocalan dixe. Lê heger ji bo aştî û demokratîkbûyîneke mayinde bi samîmî biçûna cem Birê Ocalan, niha em ne di vê rewşa giran de bûn. Dê 80 milyon mirovên li Tirkiyeyê de rewşeke pir cuda de bûna."    DU RASTIYÊN KU DEWLET HAY JI WAN HEYE!    Sariyildiz, destnîşan kir ku di 22 salên girtina Ocalan de dewlet bi awayekî zelal du rastî dîtine û got: "Yek; dîtiye ku nikare bandora Birêz Ocalan a li ser gelê kurd bişikîne. A dudoyan jî gava hevdîtinek bi Birêz Ocalan re çêbibe, di şert û mercên herî zehmet de jî berê tevgera siyasî ya kurd ber bi destkeftiyan ve hêl dike. Dewletê piştî nameya Birêz Ocalan a di 2013'an de li Newroza Amedê hat xwendin, xwestibû tevgera siyasî ya kurd birizîne û belav bike. Lê belê heger rêya hevdîtinê û pêwendîdanînê ya bi Birêz Ocalan nehatana girtin dê pêşî li ber şerekî mezin bihata girtin û wê derfetên demokratîk heta dawiyê bihatana bikaranîn. Dê civak li dor feraseteke nû xwe birêxistin bikirana û wê di şoreşa hişmendiyî de jiyana xwe li dor organîzmayeke zindî bidomanda. Lê di sala 2015'an de îqtidara siyasî ya bi kodên netew-dewleta sed salî tevdigere ferq kir ku dixafile û cardin berê xwe da konsepta şerî. Ew konsept hîn jî didome."    REÇETEYA OCALAN    Sariyildiz, anî ziman ku li dijî tecrîda li ser Ocalan her tim têkoşîne heye û di dawiya vê têkoşînê de deriyên Îmraliyê tên vekirin û got: "Lê belê tecrîda ku niha tê kirin ji ya her wextî girantir û talûketir e. Ji lewra tecrîda tê kirin, tecrîda tifaqa AKP, MHP û Ergeneokê ye. Aloziya niha rû daye ji ya her wextî kûrtir e. Tirkiyeyê ji cîhanê îzole kiriye. Tirkiye, ji bo pergala cîhanê bûye welatekî talûke. Birêz Ocalan, ev roj didîtin. Di vî warî de dewletê hişyar kiribû. Heger reçeteya ku Birêz Ocalan pêşniyazî dewletê kiribû pêk bihata, niha dê atmosfereke pir cuda hebûna."    BERXWEDAN Û HEVPARΠ   Sariyildiz, bal kişand ser kampanyayaên ku li Ewropa û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê hatine destpêkirin jî. Sariyildiz, bilêv kir divê her kes daxilî nav van kampnayayan bibe û got: "Wekî gelek kampanyayan, ê ku pêşengiya vê kampnayayê dike cardin girtîgeh in. Ên girtî bi berxwedana zindanê ya 40 salan îspat kirine ku şert û merc çi bin jî dê bi ser bikevin. Niha jî li ber xwe didin. Lê şert û mercên wan ji yên her wextî girantir in. Ji lewra faşîzm herî zêde tahdeyê li zindanan dike."    Sariyildiz got: "Ji bo li zindanan kes jiyana xwe ji dest nede û texrîbat çênebin, em ên derve divê daxilî nav vê berxwedanê bibin. Heger li derve bi awayeî xurt deng li dengê wan bê zêdekirin, dê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin û wê ev yek bibe cihê pêvajoyeke nû."    MA / Erdogan Alayûmat