27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin 2021-01-30 12:30:46   AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan li aqûbeta Mehmet Salîm Taşdemîr ê 27 sal berê hat windakirin pirsîn.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 625’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist û ji ber pandemiyê bi rêya vîdeoyê di hesabên medya civakî de hat parvekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Salîm Taşdemîr ê di kanûna 1994’an de li Edeneyê serê sibê diçû kar û carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Derya Yildirim çîroka windakirina Taşdemîr xwend.    BI ÎŞKENCEYÊ RE RÛBIRÛ MAYE    Yildirim da zanîn ku Taşdemîr di kanûna 1994’an de serê sibê dema diçû kar hatiye revandin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin. Yildirim anî ziman ku li gel hemû hewldanên malbatê jî heta niha negihîştine tu şopa Taşdemîr û sê meh piştî bûyerê kesek li malbatê digere dibêje Taşdemîr li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de ye û bi îşkenceyê re rûbirû maye.    ‘TEVÎ HEWLDANAN JÎ AGAHÎ NEGIRTINE’    Yildirim destnîşan kir ku tevî ku malbatê serî li cendirmeyan daye jî nehatiye piştrastkirin ku Taşdemîr li wir tê ragirtin û ji wê rojê ve tu his û agahî jê nayê girtin. Yildirim anî ziman ku ew ê li aqûbeta Taşdemîr û windayan hemû bipirsin û dê lêgerîna xwe ya edaletê jî bênavber bidomînin.