Li bendê ye li herêmê berf bibare 2021-01-30 12:31:24   AMED – Li bendê ye ku di saetên êvarê de li bajarên herêmê berf bibare.   Li bendê ye ku di saetên êvarê de li bajarên herêmê Amed, Dersim, Meletî, Xarpêt, Çewlik, Sêrt, Şirnex, Êlih, Semsûr û Mûşê ber bibare. Navenda Texmîn û Nirxandinê ya Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ji bo astengbûn û girtina cemedê ya rêyan welatiyan hişyar kir. Hat diyarkirin ku wê germ bi 1-2 pîleyan dakeve û barîna berfê jî sibê heta saetên nîvro bidome.