Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan 2021-01-30 12:33:48   STENBOL - Li Zanîngeha Bogazîçiyê ji 4 xwendekarên hatibûn binçavkirin yek ji wan hat berdan.    Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê bi armanca şermezarkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû pêşangeh vekiribûn. 4 xwendekar bi îdeaya di pêşengehê de “Wêneyê kabeyê li erdê dirêj kirine” hatibûn binçavkirin. Ji wan binçavkariyan xwendekarek hat berdan. Hat zanîn ku xwendekarê navê wî nehat zanîn, piştî kirarên Miduriyeta Polîsan hatiye berdan. Her sê xwendekarên din jî hêj li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê tên girtin.