Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin 2021-01-30 13:12:04   ENQERE – Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo tehliyebûna girtiyê nexweş ê giran Mendûh Kiliç bang kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 334’emîn de li dar xist. Ji ber bergiriyên vîrûsa koronayê çalakî bi awayekî dîjîtal hat lidarxistin. Endama Lîjneya Birêvebirinê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, di çalakiyê de axivî û rewşa girtiyê nexweş ê giran Mendûh Kiliç ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonê girtî ye ragihand.    ‘PIRSGIRÊKÊN WÎ YÊN CIDÎ YÊN TENDURISTIYÊ HENE’   Çevîrmen derbarê rewşa Kiliç de ev agahî dan: “Nêzî 29 salan e Kiliç girtî ye. Nexweşiya wî ya Tuberkulozê heye. Ji ber vê nexweşiyê ji 3’yan 2 pişika wî ya çepê bi emaliyatê hatiyê jêkirin. Ji ber ku enfeksiyona mantarê di heman pişikê de çêbûye divê ji vê mantarê mînak bê girtin û biyopsiya wê bê kirin. Ji ber vê nexweşiyê di pişika wîya rastê de jî xesar çêbûye. Nexweşê asim û KOAH’ê ye jî. Girêdayî cîhazê bêngirtinê dijî. Nexweşiya wî ya faranjîtê jî heye. Her wiha nexweşiya wî ya refluyê jî heye. Timik dikuxe, ji qirêka wî xwîn tê, di bêngirtinê de zehmetî dikişîne, weke fetisandinê lê çêdibe, qirêka wî dişewite; bêhalî, tevizandin, heriwandinli laşê wî çêdidbe û timik hişê wî diçe.”   ‘NAYÊ TEDAWÎKIRIN’   Di berdewamê de Çevîrmen, destnîşan kir ku li gel rapora wî ya tenduristiyê jî tedawiya Kiliç nayê kirin û ev tişt gotin: “Li gel ku hatiye gotin tenê tedawiya wî dikare li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê bê kirin jî daxwazên wî yên ji bo vê yekê hê jî nehatine bersivandin. Li gel ku daxwazeke wî tunebûye jî di 9’ê adara 2020’an de ji nişkeve wî anîne Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonê. Ji ber vê şertên tedawiya wî jî zehmettir bûne.”   BANGA TEDAWIYÊ   Di dawiya axaftina xwe de Çevîrmen ji bo tedawiya Kiliç bang li rayedarên dewletê kir û xwest ku bi awayekî lezgîn Kiliç ji bo tedawiyê li gorî daxwaza wî sewqî girtîgehên Îzmîrê bê kirin.