Karaman a bi koronayê ket hat girtin 2021-01-30 15:31:51   COLEMÊRG - Perihan Karaman a hatibû binçavkirin û testa wê ya vîrûsa koronayê pozîtîf derket, bi hinceta beyanên şahidê nepen hat girtin.   Hevjîna Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, Perîhan Karaman ku piştî hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, duh li ser îtîraza dozgeriyê careke din hatibû binçavkirin. Karaman a li mala xwe ya Colemêrgê hatibû binçavkirin, piştî bidawîbûna kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê sewqî edliyeyê hat kirin.   Dozgeriyê, bi daxwaza girtinê Karaman sewqî dadgehê kir. Karaman a bi SEGBÎS’ê îfade da Dadgeriya Nobedar a Geverê, bi hinceta beyanên şahidê nepen hat girtin. Hat hîn bû ku testa vîrûsa koronayê ya Karamanê ku piştî hatibû binçavkirin kiribû, pozîtîf derketiye.