'Bibin dengê girtiyên berxwedêr' 2021-01-31 09:13:34   ENQERE - Nûnerên rêxistinên demokratîk ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bang li kesên xwedîwijdan kirin û xwestin bibin dengê girtiyan.    Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 66'an de ye. Niha koma 13'an de çalakiya bêdem û dorveger dewr girtiye.  Nûnera Enqereyê ya Kovara Alinteriyê Zarîfe Çamalan, Endama Desteya Rêvebir a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yaren Tûncer, Hevserokê Şaxa Enqereyê ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ji bo çalakiya greva birçîbûnê bang li raya giştî kirin.    KARABÛDAK: BERÎ KU CAN BIÊŞIN...   Hevserokê Şaxa Enqereyê ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak, anî ziman ku ji ber ku pêşî li ber diyalogê hatiye girtin girtî dest bi greva birçîbûnê kirine. Karabûdak, diyar kir ku ji ber van çalakiyan fikarên wan elewiyan hene û xwest rojek berî rojekê pêşî lier diyalogê bê vekirin. Karabûdak got: "Em naxwazin tahde bigihê tu canî jî. Berê ev tişt hatin serê me û mirin jî çêbû. Dewlet divê guh bide daxwazên mafdar ên girtiyan û çareyekê peyda bike." Karabûdak, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang li raya giştî kir ku bi wijdanî tevbigere û got: "Divê em bên cem hev du û ji bo bibin dengê girtiyan tiştina bikin. Di sala 2018'an de gelek can jiyana xwe ji dest dan. Ji bo careke din ev tişt neqewimin divê daxwaz bên qebûlkirin. Em di meha Xizirê de ne, Xizirê alîkarê hemû canan be."    ÇAMALAN: PEYWIRA ME EM BIBIN DENGÊ WAN    Nûnera Enqereyê ya Kovara Alinteriyê Zarîfe Çamalan jî destnîşan kir ku heger li Tirkiyeyê demokrasî, hiqûq û edalet hebe divê ji bo girtiyan nêzîkatiyeke wekhev hebe û tecrîd bi dawî bibe. Çamalan, destnîşan kir ku peywira hemû kesên li derve ew e ku "bibe dengê girtiyan" û got: "Ji ber ku bêdengî heye, tecrîd li tevahiya civakê belav bûye. Lê belê dê bi têkoşînê bê şikandin. Mixabin em li welatekî ku bi dîktatoriyê tê birêvebirin dijîn û li girtîgehan polîtîkayek taybet heye. Lê yê berxwedêr bi ser bikevin û dê serketin a berxwedêran be."    TÛNCER: DÊ BI ÇALAKIYAN BI SER BIKEVE    Endama Desteya Rêvebir a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yaren Tûncer jî çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018'an bibîr xist ku bi pêşengiya Leyla Guvenê hatibû destpêkirin û destnîşan kir ku di roja 200'î de çalakî bi ser ketiye. Tûncer got: "Bi xwedîderketina malbatan, bi berxwedana dayikên me yên kitanspî yên li ber girtîgehan û çalakiyên fedaî ên hevrêyên me û bi helwesta gel faşîzmê paşde gav avêt."    Tûncer, anî ziman ku lê belê faşîzmê xwestiye vê serketina girtiyan ji dest wan bigire û pêvajoya pandemiyê jî bi vî awayî ji xwe re kiriye firsend. Tûncer got: "Gelek kesên dijminên jinan, tecawizkar, tacizkar hatin berdan, lê girtiyên siyasî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Em bawer dikin ku dê çalakiyên gel û nexasim jî ên ciwanan hesab bipirse û wê bi ser bikevin."    SÎNEMÎLLÎOGLÛ: EM Ê BIQÎRIN    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî anî ziman ku awayeê berxwedanê yê dawî yê girtiyan çalakiyên greva birçîbûnê ne. Sînemîllîoglû, diyar kir ku berî ku grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê divê her kes bibe dengê girtiyan û got: "Daxwazên wan daxwazên me hemûyan e û daxwazine mirovane ne. Lewma li derve divê em daxwazên greva birçîbûnê biqîrin. Di demên dawî de zext û zoriyên li ser girtiyan zêde bûn. Lê belê çi dikin bila bikin, em ê her tim gotina xwe bibêjin."  Sînemîllîoglû, bal kişand ser heyeta CPT'yê û bertek nîşanî helwesta wê kir û got: "Peywira wan ew e ku li ser sedema tecrîda li Îmraliyê hûr bibin, lê tenê hevdîtinê bi Wezîrê Dadê re dikin û diçin. Ji bo grevên birçîbûnê divê em li qada navneteweyî hîn bêtir dengê xwe bilind bikin. Her kes divê vê bêhiqûqîtiyê bîne ziman."    MA / Emrûllah Acar