Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin 2021-01-31 11:14:53   ŞENGAL - Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê li dijî gefên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê bang civaka Êzidî kirin û xwestin hemû civaka Êzidî li dijî êrişan parastina xaka Şengalê bikin.   Oldar û Serokeşîrên Şengalê, li dijî gef û polîtikayên Tirkiyeyê yên li dijî Şengalê daxuyanî dan çapemeniyê. Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang li hêz û partiyên siyasî yên Êzidî kirin ku li dijî êrişên Tirkiyeyê bibin yek deng û xwestin hemû civaka Êzidî li dijî êrişan dest bavêjin çekê û parastina xaka Şengalê bikin. Serok û Nûneran li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê daxuyanî dan. Bi dehan serokeşîr û Oldarên Êzidiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokeşîr Dexîl Mirad daxuyanî xwend û wiha got: ”Em wek Desteya Eşayîr û Oldarên Êzidiyan li Şengalê, daxuyanî û gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin ku yekemin welate bi hemû hêza xwe piştgriya çeteyan dike û  dixwaze serweriya  Iraqê binpê bike. Dixwaze xwe bigehîne çiyayê Şengala berxwedêr û herêmê dagir bike. Her wiha di çiyayê me yê pîroz de bi hîncetên xwe yên nerast baregehên leşkerî ava bike."      Mirad, destnişan kir ku raya giştî dizane armanca dewleta Osmanî çiye û ji ber çi destdirêjiyê dike li ser welatên derdora xwe û wiha axivî: "Dîroka wan a reş tîje komkujî û qirkirine. Weke komkujiya Ermeniyan, komkujiyên li dijî Êzidiyan û Elewiyan. Di dirêjiya dîrokê de, dixwazin xewn û xeyalên bav û bapîrên xwe bi cih bînin. Bi dagirkirina çiyayê Şengalê û komkujiyên nû yên li dijî gelê Êzidî pêk bîne. Em li vir dibêjin kesekî xwedî xîred di rêveberiya Iraqê de nîne ku  bikare serweriya Iraqê biparêze. Em weke Deste Eşayîr û Oldarên Êzidî li çiyayê Şengalê ji gefên Tirkiye û ji wan kesên hevkariya Tirkiyeyê dikin natrisin. Em ê heta dawiyê li ser şopa bav û bapîrên xwe bin û li ser doza Êziditiyê eger bê xwestin em ê berdêlên giran bidin. Em bang li tevahiya gelê xwe yê Êzidî û dostê wan dikin, bi me re bibin yek û bi hev re Şengala pîroz biparêzin. Herwiha partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi erka xwe ya niştîmanî û olî rabin û li dijî van êrişan bibin yek. Em ê heta dawî şerê xwe bikin. Çawa ku me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan kir û dest ji axa xwe ya pîroz berneda, û berdêl çi dibe bila be, em ê ji niha şûnde jî dest ji parastina xaka xwe bernedin.”   REŞO: DI DÎROKÊ DE ME SERÎ NE TEWANDIYE   Piştî daxuyaniya Desteya Oldar û Serokeşîrên Şengalê axavîn. Oldarê Êzidî Feqîr Reşo, bertek nîşanî gefên Tirkiyeyê da û wiha got; “Di dîrokê de gelek aliyên mîna Tirkiyeyê xwe ceribandine û êrişî Şengalê kirine. Eger Tirkiye dixwaze ola Êzidiyan tine bike û bi hîncetan dixwaze êrişî Şengalê bike, bila were. Di dîrokê de, me serî netewandiye, em ê ji niha û şûnde jî serî netewînin û em ê ber xwe bidin.”   Feqîr Reşo bang li hikûmeta Iraqê jî kir û wiha domand: ”Eger hun ne amadene serweriya xaka xwe biparêzin û rê ji Tirkiyeyê re vedikin ku êriş bike li ser me, em ê heta dawî li xwe bidin û çiyayê xwe ji ti kesî bernedin.”   Yek ji kesayetên Êzidî Hesen Şerîf jî bang li tevahiya Êzidiyan kir ku xwedî li Şengalê derkevin û got: ”Divê Êzidiyên her cihî ji bo Şengalê rabin. Li ser wan erke li hemberî êrişan bikevin nava berxwedanê. Bang dikin Êzidiyên derveyî welat û dostên xwe ji bikevin nava çalakiyan.”   Yek ji serokeşîrê  Êzidiyan Şemo Xwedêda jî got: “Şengal hatiya guhartin, ne wek beriyê ye. Her kesekî bixwaze axa me dagir bike û destdirêjiyê li ser pîroziyên me bike, em ê weke civaka Êzidî li hember rabîn û berxwe bidin. “