Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin 2021-01-31 11:42:49   STENBOL - Hevserokên Rêxistina HDP'ê yên Navçeya Esenyurt a Stenbolê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam ên ku bi hinceta posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiyê hatiye daliqandin hatibûn binçavkirin, piştî 6 rojan sewqî edliyeyê kirin.    Polîsan di 24'ê Çileyê de Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Esenyurt a Stenbolê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam, bi hinceta posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiyê hatiye daliqandin, binçav kiribûn. Piştî lêpirsîna Hevserokan Ercan Saglam û Dilan Kiliç a li Midûriyeta Polisan bi dawî bû, sewqi Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin.    Polîsan di 24'ê Çile de bi ser avahiya HDP'ê ya Esenyurtê de girtibûn û hevserok Kiliç û Saglam binçav kiribûn û dîsa berdabûn. Polîsan di 25'ê Çile de dîsa Hevserok Kiliç û Saglam binçavkiribûn û 6 rojan di bin çavan de man.