TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir 2021-01-31 12:15:59   STENBOL - Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji bo tevlêbûna danişîna doza Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê RSF'ê Erol Onderoglu û Nivîskar Ahmet Nesîn ên piştgirî dabûn Rojnameya Ozgur Gundemê û doz li wan hatibû vekirin, bang li hemû parazvanên mafên mirovan, rojnameger û rewşenbiran kir ku tev li têkoşînê bibin.    Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê tev li çalakiya nobeta Gerînendeyê Weşana Giştî bûbûn. Piştre doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê doz beraet kiribû û Dadgena Îstinafê biryara beraetê dîsa betal kir. Seroka TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê RSF'ê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin, dê di 3'ê Sibatê de ji nûve bên darizandin. Beriya danişîna dozê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) daxuyanî da û diyar kir ku dê danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. TÎHV'ê bang li hemû rojnameger, rewşenbir û parazvanên mafên mirovan kir û xwest her kes li azadiya raman û çapemeniyê xwedîderkevin.    TÎHV'ê xwest her kes mil bidin hev û piştevaniyê xurt bikin û ev daxuyanî da: "Em li azadiya raman û çapemeniyê xwedî derkevin. Ji bo em carek din bînin ziman ku lêgerîna heqîqetê pir girîng û bi qîmet e, divê em hemû li pêş dadgehê tev li danişînê bibin. Divê em têkoşîna piştevaniyê xurt bikin. TÎHV dê roja înê beriya danişîn bê dîtin li pêş edliyê daxuyaniyê bide. Ji bo vê yekê divê hemû parazvanên mafên mirovan, rojnameger û hemu kesên têkoşîna azadiyê didin li dijî êrîşan piştevanî û têkoşînê xurt bikin."