Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş 2021-01-31 14:56:13   ENQERE - Endamê Lijneya Şewira Bilind a Serokomariyê Cemîl Çîçek, diyar kir ku divê li gorî biryara DMME'ê ya der barê Hevserokê Giştî yê berê Selahattin Demirtaş de tev bigerin.    Endamê Lijneya Şewira Bilind a Serokomariyê û Serokê Meclîsa Tirkiyeyê yê berê Cemîl Çîçek, beşdarî bernameyek televîzyonê bû û geşedanên dawî nirxand. Çîçek, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa(DMME) ya der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş a "Divê zû bê berhdan" û biryara der barê Wekîlê CHP’î Enis Berberoglu de û got: "Divê guh bidin biryara DMME û AYM'ê. Divê li gorî biryarên wan tev bigerin.