Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin 2021-01-31 15:50:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) û komên girêdayî wê gundên Eyndeqnê û Bêlûniyê yên katona Şehbayê bombe dike. Li aliyê din eskerên Rejîma Sûriye li dijî hêzên navxweyî yên Hesekê êrîş pêk anî. Di êrîşê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da.     Li gorî agahiyên ku Ajansa Nuçeyan a Hawarê (ANHA) parve kirin, piştî gundê Merenaz ê navçeya Şera ya Efrînê, TSK'ê û komên çekdar ên girêdayî wê gundên Eyndeqnê û Bêlûniyê yên kantona Şehbayê bombe dike. Têkildarî encama bombekirinê de agahî hêj nehatine bi destxistin.    Li aliyê din endamê rêxistina Difayi Wetanî ya Girêdayî Şamê, li dijî Hêzên Parastina Navxweyî ya Hesekê êrîş pêk anî. Di êrişê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Li Hesekê rageşî didome.