Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da 2021-01-31 16:43:06 STENBOL - Dadger der barê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Navçeya Esenyurtê Ercan Saglam de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Der barê Hevseroka HDP'ê Dîlan Kiliç de jî biryara berdanê da.    Polîsan di 24'ê Çileyê de Hevserokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Esenyurt a Stenbolê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam, bi hinceta posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiyê hatiye daliqandin, binçav kiribûn. Piştî lêpirsîna Hevserokan Ercan Saglam û Dilan Kiliç a li Midûriyeta Polisan bi dawî bû, sewqi Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin. Dozger bi daxwaza girtinê Hevserokên HDP'ê Ercan Saglam û Dîlan Kiliç sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyên wan guhdar kir der barê Ercan Saglam de biryara girtinê da û Saglam şandin girtîgehê. Heyetê der barê Hevseroka HDP'ê Dîlan Kiliç de jî biryara berdanê da.      Polîsan di 24'ê Çile de bi ser avahiya HDP'ê ya Esenyurtê de girtibûn û hevserok Kiliç û Saglam binçav kiribûn û dîsa berdabûn. Polîsan di 25'ê Çile de dîsa Hevserok Kiliç û Saglam binçavkiribûn û 6 rojan di bin çavan de mabûn.