Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya 2021-02-01 09:56:27   ÎZMÎR - Li Behra Egeyê, 3 caran li dû hev erd hejiya.   Li gorî daxuyaniya Rasatxaneya Kandîllî, saet 08.03'ê sibê li Gireva Mîdîllî ya Beha Egeyê bi pileya 5.2 û di 24,46 kîlometre kûrahiya erdê de, erd hejiya. Dîsa li heman cihî, piştî deqeyekê bi pileya 4.8 erd hejiya. Di heman demê de saet 09.00 jî bi pileya 4.7 erd hej çêbû. Bi vî awayî, li herêmê 3 caran li dû hev erd hejiya.