Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî 2021-02-01 12:54:47   AMED – Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê kurdî bigihîje statûya fermî nameyek ji Serokkomar Erdogan re şand.    Platforma Zimanê Kurdî ya ji aliyê partî û hêzên kurdî yên bakurê Kurdistanê ve hatiye damezrandin ji bo kurdî bigihîje statûyek fermî hewldan û xebatên xwe didomîne. Platformê beriya bi demek kin ji Saziya Zimanê Tirkî xwestibû ferhenga kurdî were çapkirin û nûnertiya kurdî were vekirin. Platformê vê carê jî ji bo zimanê kurdî bigihîje statûya fermî ji Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan re name şand. Erdogan di Merasîma Xelatên Taybet a 2019-2020’an a Wezareta Çand û Turîzmê ya di 22’ê çile de li Q esra Serokkomariyê hatibû lidarxistin de axivîbû û behsa parastina zimanê tirkî kiribû. Piştî vê axaftinê Platforma Zimanê Kurdî ji Erdogan re name şand.    Nameya ku bi îmzeya Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrê ji Erdogan re hatiye şandin wiha ye:    “Birêz Erdogan,   Em bi dil û can tevlî van gotinên we yên derbarê ziman de dibin. Ji ber ku mijara me ziman e, em têkildarî zimanê kurdî van daxwazan dikin: We zimanê tirkî wek zimanê fermî û perwerde-hindekariyê diyar kir ku bi pirsgirêkan re rûbirû ye; ev 100 sal e zimanê kurdî bi asîmîlasyonê re rûbirû ye û niha zimanê kurdî bi hebûn û tunebûnê re hatiye astek krîtîk. Wek ku hûn jî her tim diyar dikin, asimilasyon sûcê mirovahiyê ye. Kî vî sûcî dike hemû bi hev re em li dij helwesta xwe deynin. Em bi asîmîlasyonê re têbikoşin.    Tenê ne li bajarê wek Stenbol, Enqere, Çûkûrovayê, li bajarên gelê kurd lê dijî û heta lig undan jî zimanê kurdî ji zimanê ragihandin û axaftinê hêdî hêdî derdikeve! Ji ber vê yekê jî ferd, malbat, civak û çanda miletê kurd û siberoja wan bi rîskek mezin re rûbirû ye!   Birêz Erdogan;   Zimanê kurdî hebûn û nasnameya ji bist û pênc milyon zêdetir miletê kurd temsîl dike û em dixwazin zextên li ser zimanê kurdî werin rakirin. Di serdema Serokwezîriya we de jî ji bo vê qadê reform hatin kirin, gav hatin avêtin. Ji bo ev reform bidomin divê zimanê kurdî bigihîje statûyek fermî. Li nexweşxaneyan, bankayan, şaredariyan, saziyên dewletê, Rêya Hewayî ya Tirk û her wekî din û cihên aydî cemaweriyê divê kurdî wek zimanê ragihandinê were axaftin, ji bo ku zimanê kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê û hîndekariyê, em daxwaz dikin ku ya pewîst ji aliyê we ve were kirin.    Me wek Platforma Zimanê Kurdî gelek caran xwest xwe bigihînin we û rêveberên Ak Partiyê. Lê mixabin hewldanên me bêencam man. Her wiha em daxwaz dikin ku ji bo van daxwaz û meseleyên xwe ji were ragihînin li gel we hevdîtin pêk bînin.”