Li Êlihê 6 zarok hatin berdan 2021-02-01 17:03:31   ÊLIH – 6 zarokên ku dema meşa “yekitiya neteweyî” hatibûn binçavkirin hatin berdan. 17 kes jî kirariyên wan ên dozgeriyê didomin.   Di 29’ê çileyê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo “yekitiye neteweyî” meşeke girseyî hatibû lidarxistin. Polisan mudaxaleyî meşê kiribû 23 kesan binçav kiribûn. 6 zarokên ku di van kesên binçavkirî de bûn hatin berdan.    17 kes jî kirariyên wan ên li dozgeriyê didomin.