Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan 2021-02-01 18:09:14     MÊRSÎN – Li Mêrsînê rêxistina HDP'ê ya bajêr xwest bi daxuyaniyekê bal bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan, lê belê polîsan destûr neda. Piştî vê rêvebir û endamên partiyê bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan.    Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 67'an de didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr xwest bi daxuyaniyekê balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê. Ji bo vê Parlementerê HDP'ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran û hevserokên bajêr û navçeyan jî di nav de gelek kes li Taxa Guneş a navçeya Akdenîzê kom bûn. Lê belê polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn. Ji ber vê partiyî û polîs ketin qirika hev. Girseyê jî bi çepik û tilîliyan helwesta polîsan şermezar kir.    ‘BILA TIRKIYE BERPIRSIYARIYÊN XWE YÊN NAVNETEWEYÎ PÊK BÎNE    Çendî ku polîsan asteng kir jî Parlementer Ridvan Tûran axivî. Ridvan, anî ziman ku li cihekî nedemokratîk mirov nikarin mafên xwe yên herî sereke jî bi kar bînin. Tûran got: "Lewma divê her kes bibe dengê drama li girtîgehan. Em baş dizanin sedema girtina hemû kesên hatine hilbijartin tecrîda li Îmraliyê, tecrîda li ser Ocalan e. Bila Tirkiye berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî pêk bîne. Bila grevên birçîbûnê bi dawî bibin."    Piştî van gotinên Tûran partiyî dirûşmeya "Bijî berxwedana zindana" berz kirin û ber bi avahiya HDP'a Akdenîzê ve meşiyan.