Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşinPolîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin 2021-02-01 18:16:32 STENBOL – Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî rektore qeyûm Melih Bulu şermezar dikin. Polîsan mudaxaleyî çalakiya xwendekaran kir û nêzî 100 xwendekar binçav kirin. Çalakiya xwendekaran didome. Xwendekar qadê bernadin.     Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî rektorê qeyûm Melîh Bulu şermezar kirin. Dema xwendekaran çalakî li dar xist polîsan mudaxaleyî çalakyia xwendekaran kir û nêzî 100 xwendekar binçav kirin. Koma xwendekaran bi armanca li pêş deriyê Kampusa Başûr kom bibin hatin rawestgeha Etilerê. Dema xwendekar hatin rawestgehê polîsan mudaxale kir. Xwendekaran li dijî mudaxaleya polîsan dirûşmeya "Zext nikarin me tek bibin" berz kirin. Polîsan di mudaxaleyê de nêzî 100 xwendekar binçav kirin. Polîsan barikat danî û destûr nedan xwendekar derkevin dervê kampusê.  Piştî astengiya polîsan, xwendekaran xwestin bimeşin pêş avahiya Rektorîyê. Lê polîsan dîsa meş asteng kir. Li gel astengiya polîsan dîsa xwendesar heta Rektoriye meşiyan û dirûşmeya "Qeyûm biceheme, zanîngeh yên me ne" "Ewlehî derê Melih Bulu" berz kirin. Piştî polîsan gelek xwendekar binçavkirin, Xwendekarên li qadê diyar kirin ku dê heta dawî çalakiya xwe berdewam bikin û qadê bernadin. Çalakiya xwendekarandidome.    Li aliyê din wekîlên HDP'ê yên xwestin bên qadê û piştgiriyêbidin xwendekaran, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî polîsan gelek xwendekar binçav kirin, wekîlên HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, Dilşad Cambaz Kaya, Zuleyha Gulum, Murat Çepnî, Dilan Dirayet Taşdemir, Serpil Kemalbay, Huda Kaya, li dijî binçavkirinan hatin zanîngehê û xwestin xwendekaran ziyaret bikin.      POLÎSAN WEKÎL ASTENG KIRIN   Dema wekîlên HDP'ê xwestin têkevin qada zanîngehê polîsan destûr nedan ku wekîl têkevin zanîngehê. Wekîlan polîs hişyar kirin û gotin "Hûn bi astengkirina wekîlan sucê zagonî dikin" û xwestin têkevin zanîngehê. Lê dîsa polîsan destûr nedan ku wekîl têkevin qada zanîngehê. Li vir xwendekaran dirûşmeyên "Em Rektore Qeyûm naxwazin" berz kirin. Dema xwendekaran dirûşme berz kirin polîsan bi lêdanê xwendekar binçavkirin. Dîsa destûr nedan ku xebatkarên çapemeniyê têkevin qadê û çapemenî derxistin dervê qadê.    Li vir parlamentera HDP'ê Dilşad Cambaz Kaya daxuyanî da û anî ziman ku hişmendiya qeyûm îro li her derê belav bûye.    Xwendekaran anîn ziman ku ew ji qada rektoriyê naqetin û çalakiya xwe berdewam dikin.