Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe 2021-02-02 09:01:35 ÎDIR - Ji ber qedexekirina zozanên Çiyayê Agiriyê, koçer ji bêgavî berê xwe didin bajarên din. Koçeran diyar kir ku bi vî awayî hem mesrefê wan zêde dibe hem jî rêya wan a 25 kîlometreyî dirêj dibe û bi giştî dibe 250 kîlometre.  Piştî bi dawî bûna pêvajoya "çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de hema bibêje li herêma Serhedê tu mêrg û zozan nemane ku nehatine qedexekirin. Herî dawî jî li gelek bajarên herêmê çûnhatina zozanan heta dawiya salê hat qedexekirin. Ji xeynî vê hin zozan û mêrg jî bi awayekî fiîlî tên qedexekirin. Zozanên Çiyayên Agiriyê jî nesîbê xwe ji vê qedexeya fiîlî girtine. Nexasim jî koçerên li Îdirê ji ber vê qedexeyê nikarin biçin zozanên xwe. Ji ber vê jî ji bêgavî berê xwe didin Qers û Erdexanê.    Koçer Mahmût Çakmaz, anî ziman ku havînê nikarin biçin Zozana Qorxanê û Çiyayê Agiriyê. Çakmaz, diyar kir ku ji ber vê ji bêgavî hywanên xwe didin zozanên bajarên din û pereyekî zêde didin. Çakmaz got: "Ji ber ku em nikarin biçin zozanên xwe em diçin zozanên Erzirom, Qers û Erdexanê. Gava em diçin wir jî midûriyetên çandiniyê yên bajêr barê me giran dikin. Walîtiya Erdexanê nahêle em biçin bajêr jî."    RÊYA WAN DIRÊJ DIBE    Çakmaz, destnîşan kir ku gava heywanên xwe dibin bajarên din mesrefê wan zêde dibe û got: "Berê rêya me bi qasî 20-25 kîlometreyan bû. Lê belê niha bûye 250-300 kîlometre. Beriya her tiştî em dixwazin qedexeya lis er zozanên me bê rakirin. Gava vê nekin jî, qet nebe bila bihêlin em bi rihetî biçin bajarên din." Çakmaz, bilêv kir ku gava diçin bajarên din jî ji ber hin kar û barên fermî 15 rojan tên sekinandin û got: "Zozanvan dixwazin bi rihetî biçin zozanan. Bila çûyîna zozanên herêmê serbest be û her kes bi rihetî karê xwe bike. Em dixwazin çûna hemû zozanan serbest be."    MESREF ZÊDE DIBIN    Yakûp Haşimoglû jî bal kişand ser heman pirsgirêkan. Haşimoglû anî ziman ku her diçe sewalvanî zehmtir dibe û ji ber ku nikarin biçin zozanên xwe, ji bêgavî berê xwe didin bajarine din. Haşimoglû got: "Ji ber qedexekirina zozanan mesrefê me jî zêde dibe. Qet nebe bila zozanên Erdexanê serbest bin. Heger serbet bin dê mirov bi rihetî û dilaramî sewalvaniyê bikin."