Malbata Bîrdalê ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Bibin dengê grevên birçîbûnê 2021-02-02 09:01:39 STENBOL - Girtî Bîrdal Abay berê 142 rojan li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de mabû. Malbata Abay ji bo pêvajoya wê çaxê anî ziman ku "ew li wir di greva birçîbûnê de bûn, em jî li vir dimirin" û ji bo careke din pêvajo neguhere pêvajoya wê demê, bang li her kesî kir ku xwedî li çalakiya girtiyan derkevin.  Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di roja 68'an de ye. Xizmên girtiyan ji bo şikandina tecrîdê bang li her kesî kirin ku li dor çalakiya girtiyan bibin xelek.    Em bi malbata girtî Bîrdal Abay re derbarê çalakiya greva birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de axivîn. Bîrdal Abay, di 5'ê Çileya 2019'an de daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê ya di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê hatibû destpêkirin, bûbû û 142 roja di greva birçîbûnê de mabû.    Xwişk Gulten Abay, anî ziman ku birayê wê Bîrdal abay di 2'yê Cotmeha 2017'an de hatiye girtin û gava çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê hatibû destpêkirin birayê wê di Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E'yê de bûye û li wir daxilî nav çalakiyê bûye. Abay, diyar kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya wê demê bi dawî bûye birayê sewqî Girtîgeha Xarpêtê ya Jimare 2'yan hatiye kirin. Abay, ji bo wê demê got: "Ew li wir di greva birçîbûnê de bûn, em jî li vê derê dimirin. Her roj kezeba me perçe dibû. Xwarin bi devê me dibû. Her cara ku em ji bo xwarinê rûdiniştin dêya min digiriya. Heta grev hebû mala me, mala şînê bû."    HEWADARÎ HAT GIRTIN    Abay, anî ziman ku bi hinceta şewba Covîd-19'ê girtî bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû mane û got: "Dibêje, gardiyan bê maske tên qawîşan, deenfektanê nadin wan. Tevdîrên ji bo şewbê tên binpêkirin. Bihayê fiyetên qantînê li gor derve 3-4 qat zêdetir in. Bi rojan deriyê hewadariyê nayê vekirin. Xwarina wan nebaş e. Kalorîferan pênaxin."    Abay, destnîşan kir ku birayê wê gotiye pandemî ji bo rêveberiya girtîgehê bûye firsend û îzolekirinê veguherandine tecrîdeke girankirî.    'DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'    Abay, destnîşan kir ku herî dawî du hefte berê hevdîtin bi birayê xwe re çêkirine, hê tevli çalakiya greva birçîbûnê ya nû nebûye û got: "Herî dawî gotibû dê têkeve greva birçîbûnê. Tevlê bûye nebûye nizanim. Lê em malbat pir aşkere dibêjin; daxwazên girtiyan daxwazên me ne."    Abay, xwest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: "Bila her kes dengê girtiyan û malbatên wan bibîhîse. Ji bo tecrîd bi dawî bibe bila bibin dengê me."    ‘TU SÛCÊ KURÊ MIN TUNE YE'    Dayik Binevş Abay jî anî ziman ku tu sûcekî kurê wê tune ye û got: "Kesên tiryakê difiroşin, tacizkar û tecawizkaran berdidin, lê kesên wekî kurê min bêsûc bernadin. Bi salan e kurê min girtiye, lê bila werin ji min re bibêjin me ji bo filan tiştî ew girtiye."    Dayik Abay, bibîr xist ku kurê wê daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê ya berê bûye û got: "Gava di greva birçîbûnê de bû, ji bo wî di wî halî de nebînim nedixwest biçim girtîgehê. Min jî got belkî nikarim xwe ragirim neçûm. Em bi şev û biroj digiriyan."    Dayik Abay, anî ziman ku naxwazin careke din ew tişt biqewimin.    BANGAWAZΠ   Dayik Abay bang kir: "Ji ber ku tu rê nehiştine zarokên me dikevin greva birçîbûnê. Dibe ku niha kurê min di greva birçîbûnê de be. Em bang li dewletê dikin; dev ji zext û zoriyên xwe berdin. Daxwazên zarokên me qebûl bikin."    MA / Nacî Kaya