‘Çavkaniyên gel pêşkêşî hin kesan dikin' 2021-02-02 09:01:40 AMED - Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin, anî ziman ku Kuçeya Hunerê ya Amedê belesebeb "hatiye nûkirin" û nerazîbûna xwe bi vî awayî anî ziman: "Çavkaniyên gel, tên pêşkeşkirin."  Kuçeya Hunerê ya Amedê di sala 2001'ê de ji bo xebatên çand û hunerî hatibû çêkirin. Gava nû hatibû çêkirin, xebatên çand û hunerî dihatin kirin. Gelek pirtûkfiroş, wênesaz standên xwe vedikirin û muzîkjenan jî performansa xwe dide der. Lê belê her ku çû naveroka wê hat valakirin û hema bibêje veguherî "kuçeya kafeyan". Piştî vê her çû bû cihê bahîs, qumar, fuhûş û tiryakê. Ji ber vê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2015'an de biryar girt û konên kafeyan hemûyan rakir û li şûna wan ji bo zarokan cihê lîstikê çêkir û hin dever jî kir qada hêşîn. Lê piştî qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin cardin veguherî halê xwe yê berê û cardin bû cihê qumar, bahîs, fuhûş û tiryakê. Lê herî dawî di 12'ê Kanûna 2020'î de qeyûm Munîr Karaloglû kevirên parkeyî yên kuçeyê rakirin û kir asfalt. Bi vê re gelek darên li kuçeyê hatin rakirin. Qeyûm îhaleya çêkirina kuçeyê da Şîrketa Proyollê, lê belê nehat zanîn bê ka îhale bi çi qasî daye şîrketê.    Tê îdiakirin ku esnafan xwestiye kuçe ji nû ve bê çêkirin û ji ber ku otoparka di bin kuçeyê de dilop kiriye biryara nûkirina kuçeyê hatiye dayîn.   Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefhan Aydin, anî ziman kir ku proje li gor daxwazên kes û hin kesan hatiye çêkirin û bi vî awayî pêşkeşî hin kesan hatiye kirin.    ‘PÊDIVÎ PÊ TUNE BÛ'    Aydin got: "Dikaribûn bi şêniyên tax û kuçeyê û rêxistinên pîşeyî bişêwiriyana û projeyeke guncantir bihata çêkirin. Lê belê ji ber ku armanceke wan a bi vî rengî tune ye, çavkaniyên gel pêşkeş dikin. Yanî pêdivî bi tiştekî werê tune bû. Berê wesayît nikaribûn biçûna bihatana, lê niha kirine asfalt. Tu dibêjî qey wê rêyeke duble çêbikin, zemînek wisa çêkirine. Halbûkî êdî divê heya ji dest bê li bajaran çûnhatine wesayîtan bê kêmkirin û kuçe û kolan li gor mirovan bên çêkirin, lê mixabin li vir tam tersê wê tê kirin. Em nizanin dê projeyek çawa çêbikin. Em nizanin em ê leqayî çi bên. Lê ji ber ku fikarên me yên bi vî rengî hene, em wisa dinirxînin."    ‘GEL VÊ RÊVEBIRIYÊ QEBÛL NAKE'    Aydin, destnîşan kir ku gava derbarê bajêr de biryarek bê girtin divê bajarî jî daxilî nav wê pêvajoyê bibin û got: "Lê ji ber ku rêvebiriyên herêmî di dest qeyûm de ne, fikareke qeyûm a bi vî rengî tune ye. Tenê li gor daxwazên kesan û hin koman îhaleyan çêdikin û pêşkeş dikin. Qeyûm tenê hin deveran makyaj dike. Lê belê ev bi kêr nayê. Gel rêvebiriyeke bi vî rengî qebûl nake."    ‘DAR BIRÎN KIRIN ÊZING'    Aydin, bal kişand ser darên li kuçeyê jî û got: "wer xuyaye ew birîne kirin êzing û dane hin kesan. Halbûkî dikaribûn dar bibirana li cihekî din jî biçandana. Lê bi qasî ku me dît wiha nekirine."