Jinên Belçîkayê dest bi grevê dikin 2021-02-02 11:37:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kedkar ên keda wan tune tê hesibandin wê di 8’ê Adarê de li Belçîkayê dest bi grevê bikin.    Li Belçîkayê jinên ku di gelek sektorên cuda de dixebitin, wê ji bo keda xwe ya tune tê hesibandin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de dest bi grevê bikin. Greva 8’ê Adarê ku sala borî li ser banga tevgerên jinan ên bi navê Collectî e.f.8 Maars xwe bi rêxistin dikin li Belçîkayê hatibû destpêkirin wê îsal jî berdewam bike. Jin di xizmetên wekî tendirustî, xurek, perwerdehî û xizmeta ji bo zarok, kal û pîran jî di nav de heq desta xwe nagirin. Ev jî dibe sedem ku jin di xebatê de kêm werin dîtin.   QEYRAN LI JINAN DIXE   Kolektîfê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna grevê kir û diyar kir ku ji sala derbasbûyî heta niha jinan zêdetir xesar dîtiye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qeyrana heyî herî zêde xizaniya jinê zêde kiriye û tundî ku li jinê tê kirin derxistiye asteke din. Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê di 8’ê Adarê de li bajarên mezin ên wekî Bruksel, Anvers, Hasselt, Mons, Charleorî, Gent, Lîege, Loûvaîn, Coûrtaî, Namûr û Toûrnaiyê yên welat çalakî werin lidarxistin.    Di dawiya daxuyaniya xwe de kolektîfê, destnîşan kir ku gelek sendîka piştgiriyê didin vê çalakiya wan.