Teqandina boriya qenalîzasyonê kolanê wergerand golê 2021-02-02 13:42:18   ŞIRNEX – Yek ji kolana herî bi tevger a li navenda Şirnexê kolana Qilebanê boriya qenalîzasyonê teqiya. Ava gemarî ya qenalîzasyonê li kolanê ji ajokaran re gelek zehmetî derxist.    Di saetên serê sibehê de yek ji kolana herî bi tevger a li navenda Şirnexê kolana Qilebanê, ji ber sedemeke ne diyar boriya qenalîzasyonê teqiya. Piştî ku ava qenalîzasyonê herikî kolanê, ajokarên wesayîtan li ser kolanê gelek zehmetî kişandin. Ji ber vê aliyeke kolanê ji çûn û hatine wesayîtan re hat girtin.    Ji ber teqandina boriyê bêhneke pîs li derdorê belav bû û ji ber ku şaredariya AKP’î tu bergirî li kolanê negirtin welatiyan bertek nîşanî şaredariyê da.