Li Edeneyê mireneke bi guman a jinekê 2021-02-02 14:08:36   EDENE – Li navçeya Çûkûrovayê Berîl S. bi awayekî biguman ji şaneşîna mala xwe ket û jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Çûkûrovayê ya Edeneyê, jina bi navê Berîl S. duh êvarê bi awayekî biguman ji şaneşîna mala xwe ket û jiyana xwe ji dest da.  Tîmen tenduristiyê yên hatine cihê bûyerê cenazeyê berîl S. ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Edeneyê.    Hat hîbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.