Xwendekarên jin tundiya polîsan vegot 2021-02-02 15:46:32   ÎZMÎR - 27 xwendekarên jin ên piştgirî dan çalakiya Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî û polîsan ew binçav kiribûn, piştî hatin berdan tundiya polîsan vegot. Xwendekaran anîn ziman ku polîsan îşkence li wan kiriye.     Li Îzmirê 27 xwendekarên jin ên xwestin piştgiriyê bidin Çalakiya Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, polîsan bi lêdanê ew binçavkiribûn. Xwendekarên jin şevê din piştî lêpirsînê serbest hatin berdan. Xwendekarên hatin berdan tundî û îşkenceya polîsan vegot. Ji xwendekarên hatin binçavkirin Zilan Tayboga, anî ziman ku polîsan ew bi lêdanê binçav kirin û wiha got: "Gotin yên gav pêşde avêtin binçav bikin. Deste me li pişt me kelepçe kirin û em binçav kirin. Polîsekî zilam bi porê min girt û serê min li erdê xist. Dema serê min li erdê xist lêva min çiriya. Dema em binçav kirin û xistin maşînê jî li me xistin." Tayboga, bertek nîşanî tundiya polîsan da û wiha got: "Em tu carî natirsin. Tu kes nikare me bi îşkence û binçavkirinê bitirsîne. Em jin û xwendekar dê li kolanan bin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Xwendekara jin Rengin Berîvan Oguz jî anî ziman ku dema polîsan ew binçav kirin destê wan li pişt wan kelepçe kir û wiha got: "Polîsan di maşinê de jî li me dan. Hikûmet ji ciwanan ditirse. Em bang li her kesî dikin ku di nava piştevaniyê de bin."   Xwendekar Îrem Çelîkbaş, jî da zanîn ku polîsan bi devkî ew tacîz kirin û wiha got: "Polîsan dema ez binçav kirim bi porê min girtin. Li min dan. Lê têkoşîna me dê li her derê bidome.    Nagihan Sumen jî anî ziman ku polîsan bi zorê destê wan li pişt wan kelepçe kirin û wiha got: “Bi zorê destê me li pişt me kelepçe kirin. Polîsan sînga min da erdê. Di maşînê de jî polîsa jin bi parê min girt û kişand."