Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike 2021-02-02 17:36:10   ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, tundiya polîsan a li dijî xwendekarên zanîngeha Bogazîçî şermezar kir û got: “Hevalên me yên xwendekar li dijî van zextan serî natewînin û li ber xwe didin. Paşve gavan naavêjin. Ji ber ku ev berxwedana wan dê pêşeroja welat diyar bike."    Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlamenterê Stenbolê Erkan Baş, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û tundiya polîsan a li dijî xwendekarên zanîngehê şermezar kir. Baş, tundî û êrîşa polisan a li dijî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî şermezar kir û wiha got: "Ev êriş şerm e. Em bûn şahidê dîroka herî reş û bi êş a Tirkiyeyê. Polîsan Zanîngeha Bogazîçî dagir kir û xwendekar dorpêç kirin. Hêzên çekdar li ser avahiyên dora zanîngehê bi cih kirin. Tenê ji ber ku xwendekar bi komî meşiyan polîsan êrîşî wan kir û ew binçav kirin. Xwendekar heta nîvê şevê rawestiyan û xwestin li hundirê dibistanê bi mîlîtanê AKP'ê û qaşo rektor re hevditin bikin. Ji ber vê yekê polîsan êrîşî xwendekaran kir. Bi zorê xwendekar binçav kirin."    Baş anî ziman ku xwendekar li dijî van êrîşan li ber xwe didin û wiha got: "Lê îqtîdar bi tundî û zorê dixwaze îqtîdara xwe bi hêz bike. Em bang li wan dikin ku li xwişk û birayên me yên xwendekar guhdar bikin. Em dixwazin guh bidin daxwazên wan. Xwendekar dixwazin ku kertor û rêveber ji aliyê zanîngehê ve bên diyarkirin. Lê AKP bi tayînkirina Melih Bulu bersîv da. Bi binçavkirin û girtinê jî dixwaze vê daxwaza xwendekaran terorîze bike.      Baş wiha got: “Hevalên me yên xwendekar li dijî van zextan serî natewînin û li ber xwe didin. Paşve gavan naavêjin. Ji ber ku ev berxwedana wan dê pêşeroja welat diyar bike."