Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin 2021-02-02 19:13:02     BAB - Hate diyarkirin ku, li herêma Pêşesazî ya bajarê Babê di encama teqînekê de bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.   Hat diyar kirin ku li Babê teqîn pêk hat. Di teqînê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) anî ziman ku li herêma Pêşesaziyê ya bajarê Babê yê dagirkerî mayînek ku di erebeyekê de hatibû bicihkirn, hate teqandin. Li gorî SOHR, teqîn vê êvarê pêk hat. Di encamê de bi kêmanî 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.