120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin 2021-02-02 19:42:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 120 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 7 hezar û 795 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 26 hezar û 237.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 120 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 795 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 26 hezar û 237 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 492 hezar û 977.