Xwendekaran li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan 2021-02-02 22:34:32       STENBOL – Hêzên Kedî Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi boneya piştgiriya ji bo çalakiya xwendekarên Bogazîçiyê xwestin li Kadikoyê çalakiyekê li dar bixin, lê polîsan mudaxileyî çalakiyê kir. Di çalakiyê de gelek xwendekar hatin binçavkirin û çalakgeran bi berxwedana bersiva êrîşan dan.    Hêzên Kedî Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi boneya piştgiriya ji bo çalakiya xwendekarên Bogazîçiyê xwestin li Rixtima Kadikoyê çalakiyekê li dar bixin, lê polîsan mudaxileyî çalakiyê kir. Her wiha polîsan êrîş bir ser gelek parlementerên hatibûn qada çalakiyê jî. Gelek xwendekarên ku ji bo tevli çalakiyê bibin berê xwe dan Kadikoyê jî li îskeleyên vapûran û îstasyonên metroyan hatin binçavkirin.    LI PARLEMENTERAN XISTIN    Polîsan, li Parlementerê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Bariş Atay xistin û bi copan jî li Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû xistin.    GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN    Polîsan di dema mudaxilekirinê de gaza îsotan û fîşekên lastîkî li çalakgeran reşandin. Lê belê cardin jî xwendekar bi berzkirina dirûşmeya "Li dijî faşîzmê mil bi mil" meşiyan. Di mudaxileyê de polîsan gelek xwendekar û welatî binçavkirin û li wan xistin.    PIştî vê êrîşa dijwar a polîsan xwendekar xwe bera nav kuçeyên Kadikoyê dan û gelê Kadikoyê jî bi quşxane û taweyan piştgiriya xwendekaran kir. Xwendekarên ku li kuçeyan li hev kom bûn, Kolana Rixtimê li çûnhatinê girtin. Di vê navê de komeke dijî xwendekaran êrîş bir ser wan. Xwendekaran jî dirûşmeya "hê ev destpêk e, têkoşîn" berz kirin û piştî ku polîsan cardin mudaxile kir, xwendekaran cardin berê xwe dan kuçeyan.    Berî ku xwendekar berê xwe bidin nav kuçeyan, anîn ziman ku heya ku qeyûm rektor Melîh Bûlû îstifa neke dê çalakiyên wan dewam bikin.