ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'AN 2021-02-03 09:00:19 * Parlamentera HDP’ê Dersim Dag destnîşan kir ku komploya navnetewî bi armanca kurdan bêstatû bihêle pêk hatiye û got: “Komplo pûç bû. Yên ku dibêjin komplo bi ser ket, meriv şoreşa Rojava nîşanî wan bide bes e.”  * Berxwedana karkerên ji ber ku li ber şert û mercên giran ên kar rabûne an jî ji ber ku endamên sendîkayê ne ji kar hatine derxistin, li çar hawirdorê Tirkiyeyê belav bûye.    * Ambargoya PDK'ê ya li ser Kampa Mexmûrê sal û nîveke didome. Bi vê ambargoyê çar hawirdorê kampê hatiye dorpêçkirin. Berdevka Komîteya dîplomasiyê ya Kampa Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku kamp bi xetere û talûkeyeke mezin re rû bi rû ye û ji bo vê bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.   * OHD, ji bo li dijî dirêjkirina cezakirina înfazê ya girtiyan û betalkirina "Rêziknameya Der Barê Nirxandina Girtiyan a bi Navenda Çînîkirin û Çavdêriyê re"dozê veke amadekariyê dike.    * Par li Miksê ji ber aşûtê 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Hîn jî li rêya ku di bin aşût de mabû tevdîr nehatine girtin. Kesên di wê rêyê de diçin û tên gotin: "Gava em bi rê dikevin, em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin."    * Jinên ku tevli atolyeyên xweparastinê yên Piştevaniya Morê bûne, destnîşan kirin ku jin xwe bihêztir hîs dikin di aatolyeyan de.    * Li Mûgla Mîlasê 11 karkerên ku ji ber şert û emrcên giran û xirab mafê xwe yê "neşixulandinê" bi kar anîn ji kar hatin derxistin, 262 roj in li ber kargeha madenê li ber xwe didin.    * Alaattîn Galîtekîn anî ziman ku piştî ku gaza û komir biha bûne, eleqeya ji bo sergîn û tepikan zêde bûye û firotana îsal bi dilê wî ye.    * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya "Heqaret li Serokwezîr" kiriye û tê darizandin dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 47'emîn a Stenbolê were lidarxistin. Beriya danişînê dê parlamenterên HDP'ê li ber Edliya Çaglayanê daxuyanî bidin çapemeniyê. (10.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Îzmîrê di çarçoveya "Hevdîtinên kar û xwarinê" de dê li avahiya xwe bernameya bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (11.30)    * TJA ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin dê li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Danişîna doza Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci, rojnamevan Erol Onderoglû û nivîskar Ahmet Nesîn ên ji doza Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin tên darizandin dê li Edliya Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. Beriya danişînê rêxistinên civakî yên sivîl dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Silopiya dê bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Ûysal li ser tecrîdê panel li dar bixe. (14.00)   * Xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û piştevaniya ji bo wan dê berdewam bike.