Çar hawirdorê Mexmûrê di bin dorpêçê de ye 2021-02-03 09:01:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Ambargoya PDK'ê ya li ser Kampa Mexmûrê sal û nîveke didome. Bi vê ambargoyê çar hawirdorê kampê hatiye dorpêçkirin. Berdevka Komîteya dîplomasiyê ya Kampa Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku kamp bi xetere û talûkeyeke mezin re rû bi rû ye û ji bo vê bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.  Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ku bi qasî 100 kîlomtereyan dûrî paytexta Herêma Kurdistana Federe Hewlê re ye û girêdayî bajarê Mûsilê ye, sal û 6 meh in bi ambargoyeke dijwar re rû bi rû ye. Li kampê kesên ji gundên Şirnex û Colemêrgê koç kirine dimînin. Di salên 1990'î de ji ber ku gelek gund hatin şewitandin û valakirin bi hezaran kes ji bêgavî koçî Herêma Kurdistana Federe kiribû. Kurdên ku koç kiribûn li herêma Nînova, Zelê, Bihêrê, Seranîş, Besivê, Etrûş û Navdarê bi derfetên xwe kamp ava kiribûn. Lê li van kampan jî ji zext û zoriyên Tirkiye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê xelas nebûn. Hikûmeta Iraqê xwestibû kurdan ji vê derê derxîne. Rayedarên Hewlêrê jî li Kurdistana Federe cih nedabûn wan. Herî dawî li Kampa Mexmûrê ya di bin kontrola Seddam Husên de bi cih bûbûn. Mexmûr, kampa 8'an a penaberên kurd e. Di sala 1998'an de hatiye avakirin û li dor 12 hezar kes li kampê dimînin. Ji roja ku kamp hatiey avakirin heya niha bi zext û zoriyên Tirkiyeyê re rû bi rû dimîne.    PARALELA 36'AN HATIYE DAGIRKIRIN    Berdevka Komîteya dîplomasiyê ya Kampa Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, bal kişand ser zext û zoriyên li ser kampê û anî ziman ku 2 sal in kamp hatiye dorpêçkirin.   Îlhan got: "Ji ber vê ambargo û dorpêçkirina ku bi fermana Tirkiyeyê û bi destê PDK'ê tê kirin, me bedêlên giran dan. Sedema van bedêlan jî dijminatiya PDK'ê ya li hemberî kurda ye. Gava mirov li hêzên ku şandine derdora kampê dinere, ev yek dibe cihê fikarên mezin. Niha jî li ser herêma me planên qirêj tên kirin. Nexasim jî derbarê paralela 36'an de ku Mexmûr, Mûsil, Kerkûk û Çiyayê Qereçoxê yê Bakur û RojhilatÊ Sûriyeyê di nav de ye, di warê çavkaniyên binerdî de pir dewlemend in. Ji ber ku li van herêman kaniyên petrol û gazê hene, bûne hedefa hêzên hegemonîk. Hêzên hegemonîk û xwecihî dixwazin petrola van deran ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lewma ev pêvajo ji bo me gelê Mexmûrê cihê fikara ye."    ÇAR HAWIRDORÊ WÊ HATIYE DORPÊÇKIRIN    Îlhan, anî ziman ku çar hawirdorê kampê ji hêla eskerên hêzên cuda ve hatiye dorpêçkirin û got: "Li aliyekî pêşmergeyên PDK'ê hatine bicihkirin. Lê belê em nikarin ji vana re bibêjin pêşmergeyên PDK'ê. Ji lewra PDK bi fermana hin hêzên din hereket dike. Hêzên eskerî yên hikûmeta navendî ya Iraqê jî li aliyekî bi cih bûne. Her wiha li hêla din a kampê jî DAIŞ heye. DAIŞ'î bi awayekî aşkere tevdigerin. Gelek caran êrîş anîn ser kampê. Her wiha TSK'ê jî gelek caran ji hewayê de kampa me bombeberan kir. Me bedêlên vê jî bi giranî dan. Gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û di warê derûnî de bandor li me kir. Niha herêmê bi rewşeke pir xedar û talûke re rû bi rû ye. Armanca van hewldanan, ew e ku vîna me bişikînin. Lê belê divê hêzên hegemonîk jî jibîr nekin ku, ji bo ku em civakeke rêxistinbûyî ava bikin û biafirînin em 26 sal in têdikoşin. Lewma çi qas planên wan ên qirêj hene, dixwazin wan pêk bînin. Kampa Mexmûrê ji bo hêzên dagirker her tim bûye hedef."    ERDOGAN HEDEFÊ NÎŞAN DIDE    Îlhan, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên li herêmê tên meşandin Kampa Mexmûrê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye û got: "Me bi çavên xwe dît ku bê pêşmergeyên Rojê çawa bi fermana Tirkiyeyê hereket dikin. Ev çete, niha li çiyayê li pişt kampê bi cih bûne. Ev jî dibe sedema talûkeyeke mezin. Her wiha Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan li ber çavê hemû cîhanê kampa me kiriye hedef. Balafirên TSK'ê gelek caran kampa me bombebaran kirin. Hîn jî liv û tevgera wan a hewayî didome."   Îlhan, bilêv kir ku sê hêzan hawirdora wan dorpêç kiriye û got: "Ji van hêza yek jê jî nepaqij e."    'EM BI HEV RE DIKARIN DORPÊÇÊ BIŞIKÎNIN'    Îlhan, anî ziman ku 26 sal in di bin banê Neteweyên Yekbûyî de di weziyeta penaberên siyasî de ne û got: "Neteweyên Yekbûyî jî divê berpirsiyariyên xwe yên derbarê kampê de pêk bîne. Divê li vê derê destkeftiyên geleê kurd bên parastin. Lê belê niha tê xwestin ku vîna kampê bê şikandin. Her wiha hêzên hegemonîk dixwazin tevahiya Başûr dagir bikin. Gelê kurd divê vê yekê baş bibînin. Gelê başûr, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl divê vê yekê baş bibînin. Bi salan e ev plan tê bilêvkirin. Nexasim jî PDK, berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê kurd re dibîne. Polîtîkaya wan vê yekê nîşan dide."    Leyla Arzû Îlhan, destnîşan kir ku divê kurd van tiştan bibînin û got: "Ji bo berjwendiyên kurdan divê em xetekê diyar bikin û li gor wê xetê tevbigerin. Em ê bi vî awayî hewldanên îxanetkaran pûç bikin. Niha hikûmeta navendî ya Iraqê dibêje ez ê herêma heya deriyê sînor ê Xebûrê dagir bikim. Gelê kurd divê bi awayekî topyekûn bitêkoşe û van planên qirêjî pûç bike. Em, ancax bi vî awayî dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Heger tevdîr bên girtin û em bi hev re bitêkoşin, em ê tenê ne talûkeya li ser Mexmûrê, em ê talûkeya li ser Başûr jî pûç bikin."