OHD wê li dijî dirêjkirina ceza doz veke 2021-02-03 09:38:53 AMED - OHD, ji bo li dijî dirêjkirina cezakirina înfazê ya girtiyan û betalkirina "Rêziknameya Der Barê Nirxandina Girtiyan a bi Navenda Çînîkirin û Çavdêriyê re"dozê veke amadekariyê dike.  "Rêziknameya Der Barê Nirxandina Girtiyan a bi Navenda Çînîkirin û Çavdêriyê re" di 29'ê Kanûna 2020'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi awayekî fermî ket meriyetê. Piştî ev rêzikname ket meriyetê gritiyên ku cezayê wan diqede jî bi hinceta cezayê înfazê cezayê wan tê dirêjkirin û nayên berdan. Girtî ji ber rêziknameyê rê li pêş nirxandina "Halê Baş" digire û girtî di ketin û derketina girtîgehê de 60 rojan di bin çavdêriyê de tên girtin, girtina wan tên dirêjkirin. "Navenda Çavdêriya Çînîkirinê" vî halê wan li ber çavan digire û dikare girtina girtiyan dirêj bike.    OHD DÊ DOZÊ VEKE   Hiqûqnasan berdana bi şert a xistine venêrtina rêveberiya girtîgehê rexne kirin û anîn ziman ku divê ev çavdêrî tenê ji rêveberiya girtîgehê re neyê hiştin. Hiqûqnasan anîn ziman ku bi vê yekê îdara girtîgehan rola dadgehê dilîze û êdî tu wateya dadgehê nemaye. Hiqûqnasan, da zanîn ku girtî 60 rojan bi tena serê xwe di hucreyê de tê hiştin û ev yek dê bibe sedema pirsgirêkên cîddî. Komeleya Hiqûqnasênk Ji bo Azadiyê (OHD), li dijî vê rêziknameya ku cezayê înfazê dirêj dike û çavdêriya rêveberiya girtîgehan esas digire,  xwe amade dikin ku doza betalkirina vê rêziknameyê vekin.    LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE    Rêvebera Şaxa OHD'ê ya Amedê Seda Zengîn, têkildarî rêziknameyê û xebatên xwe nirxandin kir. Seda Zengîn anî ziman ku gelek xalên di rêziknameya sala 2005'an de hebûn hatine guhertin û wiha got: "Guhertinên di rêziknameyê de hatine kirin, li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ev guhertin li dijî hiqûq û xala 2'emîn a Destûra Bingehîn e. Hem diyar dikin ku dewleta hiqûqê ye. Hem jî li gorî hiqûq û mafên mirovan tev nagerin. Ev yek li dijî mevzûatên neteweyî û navneteweyî ne."    Zengîn, xwest li gorî rêgezên dewleta hiqûqê gavan bavêje û li gorî rûmeta mirovahiyê nêzî girtiyan bibin. Bi rêziknameya nû dê ketin û derketina girtiyan 60 rojan di bin çavdêriyê de bê girtin. Girtî dê 60 rojan di yek hucreyê de bên girtin. Ev yek bi serê xwe binpêkirina mafê jiyanê ye. Ev li dijî rûmeta mirovahniyê ye. Ev îşkenceya derûnî û fîzîkî ye. Ev tecrîdkirina girtiyan e. "    'DÊ GIRTIYAN BI KEYFÎ CEZA BIKIN'    Zengîn, destnîşan kir ku dê bi "Rêziknameya Der Barê Nirxandina Girtiyan a bi Navenda Çînîkirin û Çavdêriyê re" girtî dê bi awayekî keyfî bên cezakirin û wiha lê zêde kir: "Bi vê guhertina rêziknameyê dê bi keyfî cezayê girtiyan zêde bikin. Dê berdana girtiyan bi keyfî asteng bikin. Di şertên asayî de girtî divê ji 4 paran 3 paran razê û bên berdan. Yanî kesek 6 sal û 3 meh ceza bigire, divê di şertên asayî de 4 sal û 8 mehan razê. Lê ji ber vê guhertina keyfî dê girtî neyê berdan. Dê girtî nikaribe mafê xwe biparêze.    Zengîn,  anî ziman ku girtî bi vî halî cara duyemîn tê darizandin û li gorî rapora çavdêriyê ku dîsa bê cezakirin wekî ku cara duyemîn bê darizandin. Di lijneya halê baş de tê gotin ku "Serdozger an jî Dozgerê komarê dê serokê lijneya halê baş bike" Bi vê yekê dozger dê wekî dadger tev bigere. Saziya girtîgehê dê wekî darazê tev bigere."    Zengîn, herî dawî anî ziman ku ji bo betalkirina vê rêziknameyê dê serî li Dadgeha Bilind bidin û got: "Em ê hemû serlêdanên hiqûqî bikar bînin. Em wekî OHD dê ji bo hemû girtiyên ku alîkariya hiqûqî dixwazin bibin alîkar. Ji bo em bafê wan biparêzin û rê li pêş binpêkirina mafan bigirin, çi ji destê me bê em ê bikin."      MA / Mehmet Şah Oruç