'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’ 2021-02-03 09:39:23 AMED – Parlamentera HDP’ê Dersim Dag destnîşan kir ku komploya navnetewî bi armanca kurdan bêstatû bihêle pêk hatiye û got: “Komplo pûç bû. Yên ku dibêjin komplo bi ser ket, bila li şoreşa Rojava binêrin bes e.”  Di 15’ê Sibata 1999’an de bi hevkariya hêzên navnetewî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyê. Di ser radestkirina Ocalan de 21 sal qediyan ket sala 22’yemîn. Ocalan vê radestkirinê wek “Komploya navnetewî” pênase kir û ji wê rojê heta îro li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Heta îro ji bo tecrîd rabe û azadkirina Ocalan bi hezaran çalakî hatine birêvebirin. Yek ji rojevên siyaseta kurd û Tirkiyê ya sereke rakirina tecrîdê ye. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi armanca rakirina tecrîdê ji 27’ê Mijdara 2020’an ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger tê birêvebirin.    'XWESTIN KURDAN BÊSTATÛ BIHÊLIN’    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersim Dag salvegera anîna Ocalan a Tirkiyê û tecrîda lê tê sepandin nirxand. Dag anî ziman ku anîna Ocalan a Tirkiyê berdewama pîlana sed salî ya hêzên emperyal ku erdnîgariya Kurdistanê kiriye çar parçe ye û got: “Bi vê pîlanê xwestin gelê kurd bêstatû bihêlin. Tirkiye jî di vê meseleyê de rola gardiyantiyê girt ser milê xwe.”    Dag da zanîn ku bi vê pîlanê hat xwestin gelê kurd were tasfkiyekirin û lê gelê kurd û dostên wan bi çalakiyên cûr bi cûr ji Kurdistanê heta deverên cuda yên cîhanê xwedî li rêberên xwe derketin û peyama êdî kurd ne kurdên berê ne dan û mêtingeriya Kurdistanê qebûl nekin. Dag anî ziman ku bi çalakiya “hûn nikarin roja me tarî bikin” bersiva tasfiyeya gelê kurd da û komplo bi vî awayî hatiye pûçkirin.    'BILA LI  ŞOREŞA ROJAVA BINÊRIN’    Dag destnîşan kir ku gelê kur dli her qadê li dijî pîlana ser Ocalan bersiv da û dide û got: “Yên ku dibêjin komplo bi ser ketiye, bil ali şoreşa Rojava binêrin bes e. Heke tevgera azadiya kurd mezin dibe û bi qasî ku şoreşê pêk bîne mezin bûbe ev nîşaneya têkçûna komplo ye. Xwedî derketina Ocalan û ramanên wî nîşaneya têkçûna komployê ye.”    'LI DIJÎ KOMPLOYÊ BERXWEDAN JÎ DIDOME’    Dag destnîşan kir ku bi anîna Ocalan a Tirkiyê re pîlana tasfiyekirina tevgera azadiya kurd bi ser neket û got: “Van hêzan dev ji vê pîlanê bernadeye. Komplo didome. Lê li miqabilî wê berxwedan jî didome. Bandorek mezin a Ocalan li ser civak û tevgera siyasî ya kurd heye. Ji bo pêşî liv ê bandorê bigirin di Girava Îmraliyê tê zîndankirin û di bin tecrîdê de tê ragirtin. Dixwazin hêza Ocalan asteng bikin. Ji bo deng û ramanên birêz Ocalan li Rojhilata Navîn belav nebin polîtîkaya tecrîdê tê birêvebirin.”    'BÊHIQÛQÎ JI ÎRMALIYÊ DEST PÊ DIKE’    Dag anî ziman ku li ser Ocalan tecrîdek giran tê sepandin û got: “Di dinyayê de tiştek wiha ewil e. Tecrîd li ser civakê belav bûye. Divê her kes berteka xwe nîşan bide. Tecrîd li dijî yasayên  Tirkiyeyê ye. Bêedaletî, bêhiqûqî li Îmraliyê dest pê kir û li ser tevahiya welat belav bû û li ser jiyana bandorek neyînî dike. Çavkaniya polîtîkayan hemû ji Îmraliyê dest pê dike çimkî bêhiqûqiya li wir dest pê dike.”    'RAMAN TÊN ASTENGKIRIN’    Dag destnîşan kir ku jin û ciwanên xwedî li fikr û ramanên Ocalan derdikevin dibin armanca êrişan û got: “Ev yek rasterast li ramanên Ocalan tên armanckirin. Bi vî awayî herî zêde êrişî jin û ciwanan dikin.”    LI DIJÎ TECRÎDÊ KAMPANYA TÊ DESTPÊKIRIN    Dag bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin û dê Tevgera Ciwanên Yekbûyî ya ku ciwanên HDP’ê jî di nav de cih digirin ji bo bidawîkirina tecrîdê dê di 8’ê sibatê de kampanya bidin destpêkirin û ew ê bi vê kampanyayê li her qadê tecrîdê teşhîr bikin û dê têbikoşin.   MA / Ergîn Çaglar