Li Enqere 83 kesên binçavkirî hatin berdan 2021-02-03 10:13:34   ENQERE – Li Enqerê, 83 kesên ku di çalakiya piştgiriya xwendekarên Bıgazîçiyê de hatibûn binçavkirin, hatin berdna.    Li Enqerê 83 kesên ku duh di çalakiya piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê de bi derpkirinê hatibûn binçavkirin, piştî îfade dayînê xwe ya li Miduriyeta Polisan a Enqerê hatin berdan. Derbarê xwendekaran de bi hinceta “muxalefeta qanûna hejmara 2911’an” û “ji polisan re astengî derxistin” lêpirsîn hat destpêkirin.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Enqerê, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku xwendekar hatine berdan, lê îşkenceya ku li xwendekaran hatiye kirin dê ji hêla wan ve bê şopandin.