Li Wanê 7 kes hatin girtin 2021-02-03 11:40:08   WAN - Ji 10 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin, 7 jê hatin girtin.    Li Wanê, polîsan di 28’ê Çileyê de bi ser malan de girtibûn û 10 kes binçav kiribûn. Piştî ku îfade dayîna 10 kesan ên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bûn, sewqî Edliyê hatin kirin. Dozgerê, îfadeya 10 kesan girt, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê şandin dadgehê. Dadgehê 3 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan û 7 kes jî bi îdîaya “endamtiya rêxsitinê” girtin û şandin girtîgehê.   Navê kesên hatin girtin wiha ne: “Abdulkerim Alkan, Ayhan Koç, Kerem Atsak, Kasim Tekîn, Farîs Bal, Nedîm Ataman û Emîn Aykût.”