Li Girtîgeha Rihayê dest danîn ser şelwarên girtiyan 2021-02-03 12:58:32   RIHA - Rêveberiya Girtîgeha Rihayê, kincê herêmî şelwar ku zilamên herêmê li xwe dikin bi hinceta “qedexeyê” dest danîn ser.   Malbata Mehmet Bînîcî yê li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 2 a Rihayê dimîne, duh çûbû hevdîtina girtî. Bînîcî ji malbata xwe re, diyar kir ku her du rojan carekê gardiyen di qawîşên wan de lêgerînê dikin, lê di lêgerîna dawî de, bi hinceta “qedexeye” dest danîne ser kince herêmî şelwarên wan.    Bînîcî, dest nîşan kir ku piştî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, hat destpêkirin, zext û kiryarên binpêkirinên mafan zêdetir bûn.