Ji partiyên siyasî banga Demîrtaş: Biryara DMME’yê pêk bînin 2021-02-03 13:33:44   STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî, beriya destpêkirina danişîna Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li ber edliyeyê banga pêkanîna biryara DMME’yê kirin.   Danişîna doza ku bi angaşta heqaretê li Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû kiriye li Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin, li 47’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê ya li Çaglayanê dest pê kir.  Beriya destpêkirina danişînê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê li ber edliyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila biryara DMME’yê pêk bê” hat vekirin.    ‘DESTHILAT QANÛNAN TUNE DIHESIBÎNE’   Gelek HDP’î û nûnerên partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn. Nûnerên partiyên siyasî ji bo Demîrtaş banga pêkanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin. Destpêkê Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût axivî û diyar kir ku desthilat qanûnan tune dihesibîne û biryarên tên dayîn pêk nayne û ev bi vê yekê re têdikoşin.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ BI RÊXISTIN BIKIN’   Piştî Bûlût, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu axivî û diyar kir ku li gel biryarên hatine dayîn jî hevalên wan nayên berdan û wiha got: “Serokê AKP’ê, Wezîrê wî yê Edaletê û Wezîrê wê yê Karên Hundir bi fermanê îlan dikin ku wê biryarên li ser girtiyên siyasî pêk neynin. Em  jî weke serok Selahattîn dibêjin ku em ê wêrekiyê bigihînin bindestên ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin û bi vê wêrekiyê têkoşîna yekbûyî bi rêxistin bikin.”   JI TARIYÊ XWEDÎ DIBIN    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî axivî û ev tişt gotin: “Em dizanin ku hevalên me yên girtiyên siyasî wekî dîlên siyasî digirin. Lewre ev desthilat ji faşizm, tarîtî, zext û zilmê xwedî dibe. Em ê ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê têkoşîna xwe bidomînin. Em îro ji bo wekhevî, aştî û edaletê li vir in.   DESTHILAT TEŞHÎR BÛ   Piştî Aydenîz, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ûgûrlû jî axivî û diyar kir ku biryara DMME’yê ya ji bo demîrtaş biryareke dereng mayî ye û bi vê biryarê desthilat di qada navneteweyî de teşhir bûye.   ‘HÛN NEÇARIN BIRYARÊ BI PÊK BÎNIN’   Herî dawî Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî û destnîşan kir ku demeke dirêj bi fermanê pergala darazê dimeşe û têkildarî mijarê ev tişt got: “Li vî welatî hiqûq, daraz û adalet tuneye. Serxwebûna darazê ya kêm mayî jî bi vê desthilatê re ji holê rabûye. Heke hûn peymana navneteweyî îmze bikin neçarin hûn vê pêk bînin.”