Li Dersimê mirina eskerekî ya biguman 2021-02-03 14:26:45   DERSIM - Hat îdeakirin ku eskerê bi navê Huseyîn Enes Candan li Dersimê xwe kuştî ye.   Hat îdeakirin ku Huseyîn Enes Candan ê li qerekoleke navçeya Mazgîrtê ya Dersimê eskerî dikir, xwe kuştî ye. Walîtiya Dersimê, derbarê eskerê ku tê îdeakirin xwe kuştiye de daxuyanî da. Walitiyê, di daxuyaniya xwe de îdea kir ku esker Huseyîn Enes Candan di şeva 1’ê sibatê de li qerekola lê eskerî dikir bi çeka xwe xwe kuştî ye. Her wiha Walitiyê, ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin. Cenazeyê Candan şandin bajarê wî Konyayê.