Xwendekarên cezayê hefsa malê li wan hat birin: Em ê dîsa bên 2021-02-03 15:12:42 STENBOL – Xwendekarên ku ji ber şermezarkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î hatibûn binçavkirin û cezayê hefsa malê li wan hatibû birîn ev tişt gotin: “Em ê dîsa bên, nikarin me kesên ku li dijî tarîtiyê bûne kirdeya ronahiyê bi zextan têk bibin.”   Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku ji ber şermezarkirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku ji aliye Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve weke rektore qeyûm tayînî zanîngeha wan hatibû kirin, hatibûn binçavkirin û cezayê hefsa malê li wan hatibû birin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.   ‘EM HILBIJARTINEKE DEMOKRATÎK DIXWAZIN’   Ji xwendekaran Ozan Acidere, diyar kir ku rektorên qeyûm tayînî gelek zanîngehan hatine kirin û ew vê yeke şermezar dikin û wiha got: “Em weke pêkhateyên zanîngehan dixwazin ku di nav zanîngehê de ji bo rektoriyê hilbijartineke demokratik pêk were. Ev pirsgirêkeke zanîngehê ye. Ev pirsgirêk pirsgirêk pirsgirêka pergal û qanûnan e. Tişta xwendekar dixwazin guhertina pergalê ye. Desthilat û wezîr bûyeran şaş radigihînin û hedef nîşan didin. Ji ber ku em bi pêkanînê kêfî û neqanûnî re rû bi rû dimînin xemgîn in.  Meheke polis me dişopînin û tacîz dikin. Em xwendekar difikirin ku dewlet bi temamî ji aliye çeteyan ve tê birêvebirin.”   ‘EM Ê DÎSA BÊN’   Endama Koordînasyona Navenda Rizgarkirina Jinan  Başak Yeşîlot ku dema şermezarkirina hatibûn binçav kirin jî bi lêv kir ku desthilat dixwaze ciwanan bike qadên ku wê diyar kiriye û ev tişt got: “Çiqas ku berxwedan mezin dibe ewqas dixwazin van qadan teng bikin. Ji ber ku desthilat ciwanan hêzeke li hemberî xwe dibine bi vî rengî êriş dike. Em ne mexdûr in, mafdar in û bihêz in. Li dijî hemû êrişan me li ber xwe da û wê berxwedana me bênavber bidome. Em ê dîsa bên, nikarin me kesên ku li dijî tarîtiyê bûne kirdeya ronahiyê bi zextan têk bibin.”   DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE   Di berdewamê de Yeşîlot îşkenceya ku di bin çavan de li wan hatibû kirin jî bi van gotinan vegot: “Li ser laşê çêrên zayendperest kirin. Pêhînan li zik û vajîna me dixistin. Singên me guvaştin. Dema ku em li dijî vê derdiketin û digot ku hûn bi taybetî vê dikin hê bêtir pêk dianîn. Hêrsa me mezin e. Vê hêrsa li jinan a li hemberî xwe dibinin. Ên ku hêrsa xwe bi ser wan de vereşin jî di serî de jin şoreşger in.”   DELÎL TUNEYE CEZA HEYE   Yek ji xwendekara ku hatiye binçavkirin jî Gamze Toprak e. Toprak, diyar kir ku negihîştiye  çalakiyê û dema ku ji bo biçe malê çûye rawestgehê ji aliye polisan ve hatiye binçavkirin û di bin çavan de gelek îşkence lê hatiye kirin. Toprak, da zanîn ku di bin çavan de qeydên arşîvên 10 kesan hatine vekirin û wiha got: “Bi hinceta ku gumana revandina me heye cezayê hefsa malê dan me. Lê li gel ku tu qeyd tunebû jî ev ceza dan me. Kesên ku hewl didin welat bi qeyûman bi rê ve bibin, kesên ku dixwazin binçav bikin binçav dikin û kesên ku bixwazin bigirin digirin. Lê weke ku me duh jî dît gel û hêzên pêşeng destûr nedin vê yekê. Wê sibê jî li kuçeyan bin û dîwarên tirsê yên faşîzma qersê bişikînin.”     WÊ NIKARIBIN ASTENG BIKIN   Toprak di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di demên dawîn de cezayê hefsa malê dane gelek kesan û wiha pêde çû: “Ji hêzên pêşeng ên girseyan ku nikarin wan bigirin cezayê hefsa malê li wan dibirin û dixwazin wan ji têkoşînê dûr bixin. Têkoşîna me ya li hemberî faşîzmê nakeve malê. Dibe ku faşîzm bixwe li kûçeyê bi berxwedanê re rû bi rû bimîne. Ji ber vê em li mal bin jî li derve bin jî  wê nikaribin pêşî li beşdarbûna me ya şer bigirin. Em ê qeyûman bişînin.”   HEWL DAN PIŞTEVANIYÊ BIŞIKÎNIN   Ji xwendekaran Esra Çalişkan jî got ku divê zanîngeh ne di destê rektorên tayînkirî de nemînin û ev tişt anîn ziman: “Bi derewa ku wêneyên “Qabeyê” li erde raxistine 2 hevalên me girtin. Destpêkê êrişî nobetên me yên berxwedanê nekiribûn. Lewre ev mafekî me yê destura bingehîn e. Lê piştî ku pêşandan derket holê, bala xwe danê ku xwendekar xebatên xwe yên xwerû radigihînin û dest bi êrişan kirin. Pêşandanê weke sûc nîşan dan û hewl dan piştevaniyê bişikînin. Herkesê ku li mag digere weke “terorîst” îlan dikin. Zextên li ser xwendekaran berxwedana Geziyê tîne bîra mirov. Kesên ku wê demê li ber xwe dan îro jî heman bersivê didin qeyûman. Wê teqez berxwedan encamê bîne.”