Ciwanan bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana zindanan’ dorpêç şermezar kirin 2021-02-03 15:23:28 AMED - Polîsan berî daxuyaniya Meclîsa Ciwanên HDP’ê, Parka Koşûyolê bi bariyeran dorpêç kirin û destûr nedan ku ciwan daxuyanî bidin. Girseyê, bi berz kirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” dorpêça polîsan şermezar kir.       Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 69 rojin di girtîgehan de dewam dike, li Parka Koşûyolê ya navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsan berî daxuyaniyê bi saetan park dorpêç kirin û qada Bîrdariya Mafê Mirovan a ku daxuyanî dê lêhatiba dayîn kirin çemberê. Kesên çûn daxuyaniyê, bi awayekê komî parkê. Lê polîsan destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, derbarê vê rewşê de, bi amîrê polîsan re hevdîtin kir. Amîrê polîsan ji Guzel re got, ew ê li Amedê bi tu awayî destûrê nedin daxuyaniyên têkildarî “greva birçîbûnê” û “tecrîd” di qadên vekirî de bên dayîn.    Dayikên Aştiyê di dema nîqaşên dirêj kirin de, dest bi gotina starên Kurdî kirin. Komên ku di dorpeçê polîsan de kom bibûn jî bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Kesên ku ji bo daxuyaniyê hatibûn parke, ji ber ku polîsan destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn belav bûn.    ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN HER KESÎ NE’   Meclîsa Ciwanên HDP’ê, piştî daxuyaniya wan hat astengkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çalakiya greva birçîbûnê 69 rojin dewam dike. Girtiyên siyasî ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, bedenên xwe ji birçîbûnê re razandine. Ji bo vê bang li mirovan dikin. Roj bi roj bedena wan dihele. Daxwazên wan daxwazên her kesî ne. Dixwazin tecrîd û îşkenceya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibin. Em ji vê derê carek din dibêjin; tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, li dijî hemû gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye.”   ‘EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN   Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Berpirsiyartiya şikandina tecrîda li Îmraliyê li ser milê me ye. Ji ber ku felsefeya Birêz Abdullah Ocalan, ji bo ciwanan perspektîfek nû ye û jiyanek birûmet îfade dike. Ev rêya diçe jiyanê, di azadiya Ocalan re derbas dibe. Ew çiqasê êrîş bikin bila bikin, wê têkoşîna me mezintir bibe. Bilindkirina têkoşîna çalakiya greva birçîbûnê li ser me ferze. Werin em bi hevre vê têkoşînê mezin bikin. Her ku em bêdeng bibin, emê ji vê têkoşînê paşve bimînin. Werin em têkoşîna ji bo tecrîdê bilind bikin û destana 69 rojin dewam dikin, bigihînin serkeftinê. Serkeftin dê ya me be.”