Riya Miksê piştî 15 rojan vebû 2021-02-03 16:50:45   WAN - Rêya di navbera Wan û navçeya Miksê de ku ji ber barîna berfê hatibû girtin, piştî 15 rojan ji çûn û hatinê re hat vekirin.    Ji ber barîna berfa zêde rêya di navbera Wan û navçeya wê Miksê de ku 15 rojbûn ji çûn û hatinê re girtî bû, hat vekirin. Ji bo çûn û hatina vê rêyê saet di navbera 07.00 û 14.00’an de destûr tê dayîn.