Jinên Şengalê 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin 2021-02-03 18:59:57   ŞENGAL - Jinan di pêşengiya TAJÊ de li Şengalê li dijî Komploya Navdewletî meşek li dar xist. Jinan piştî meşê daxuyanî dan û gotin: "Em soz dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi azadkirina Rêber Apo re dê rê li pêşiya fermanan bê girtin."   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî Komploya Navdewleti ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, meşiyan. Meşa jinan ji gunde Barê dest pê kir heta gundê Xelefa Şengalê dom kir. Jinan di meşê de pankarta "Bi têkoşîna jinên êzidî û ereb dê xweseriya Şengalê mîsoger be" vekirin. Jinan piştî meşê daxuyanî dan. Li ser navê jinan Endama TAJÊ Suham Dexil daxuyanî da û wiha got: “Em weke êzidî heta niha bi 74 fermanan re rûbirû mane. Jinên ereb jî Rêber Apo wekî rêberê xwe dîbinin. Her wiha komploya li ser Rêber Apo hatî pêşxistin di heman demê de komployeke li ser jinên êzidî, Ereb û hemû jinan hatiye pêş xistin."    Suham Dexil di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku civak di şexsê jinan de tên parçekirin û wiha got: "Em weke Êzidî heta niha bi 74 fermanan re rûbirû mane. Jinên Ereb jî Rêber Apo wekî rêberê xwe dîbinin. Komploya li ser Rêber Apo hatî pêşxistin di heman demê de komployeke li ser jinên Êzidî, Ereb û hemû jinan hatiye pêş xistin. Çareserî jî di yekitiya jinan de ye. Em jinên êzidî û ereb li ser vê axa pîroz bi hezar sala ne ji hev hatine dûrxistin û pir caran dijminatî di navbera me de hatiye pêşxistin. Lê îro êdî bi fikir û felsefeya Rêber Apo em wan tevahiya komplo û lîstokan dibînin. Em jinên ereb, kurd, tirkmen û hwd. çiqas bibin yek, xwe bi rêxistin bikin em ê ew qas bikaribin şer û pevçûnên li ser axa me tên kirin bidin sekinandin. Em jinên êzidî û ereb azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin. Em xwedî li fikrê rêberê xwe û Rêbeveriya Xweser derdikevin. Her wiha di salvegera 23’yemîn Komploya Navneteweyî de komployê bi tundî şermezar dikin û em di têkoşîna xwe de azadiya Rêber Apo ji bo xwe armanca sereke û esas digirin."    'HETA RÊBER APO AZAD BIBE TÊKOŞÎNÊ BIDOME'    Jinan herî dawî soza tekoşînê dan û wiha bi dawî kirin: "Em soz dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bi pêşengtiya jinên êzidî û ereb bidomînin. Bi azadkirina Rêber Apo re dê rê li pêşiya fermanan bê girtin. Azadiya jinên Şengalê dê Xweseriya Şengalê mîsoger bike. Banga me ji bo hemû jinên Şengalê ew e ku em li derdora Rêber Apo kom bibin xwe bi rêxisttin bikin û komployê vala derbixin.”   Jinan piştî daxuyaniyê dirûşm berz kirin û belav bûn.