35 baroyan piştgiriya xwe ya ji bo xwendekaran ragihandin 2021-02-03 20:18:29   STENBOL - 35 baroyan mudaxileya polîsan a li dijî xwedekarên Bogazîçiyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku tişta ku polîs dikin dijî qanûnê ye.    Serokên baroyan piştgiriya xwe ya ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ragihandin. Baroya Stenbolê jî di nav de 35 baro bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe ya ji bo rektorê qeyûm Melîh Bûlû anîn ziman.    Baroyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku piştî ku Melîh Bûlû wekî rektor hatiye tayinkirin, xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê mafên xwe yên protestoya demokratîk bi kar anîne, lê belê muameleya li wan tê kirin dijî dewleta demokratîk û hiqûqê ye. Her wiha baroyan di daxuyaniya xwe de xwestin zext û zoriya li ser hemû welatiyan bi dawî bibe û bal kişandin ser mudaxileya polîsan a li dijî xwendekaran.    BAROYÊN ÎMZEYA XWE DANÎNE BIN DAXUYANIYÊ   Baroya Edene, Enqere, Amasya, Antalya, Artvîn, Aydin, Balikesîr, Bartin, Bîlecîk, Bolû, Bûrdûr, Bûrsa, Çanakkale, Denîzlî, Duzce, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Isparta, Stenbol, Kastamonû, Kirklarelî, Kocaelî, Meletî, Manîsa, Mêrsîn, Mûgla, Nîgde, Ordû, samsûn, Sînop, Tekirdag, Tkat, Yalova û Zongûldak bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya ji bo xwendekarên Bogazîçiyê ragihandin.