30 xwendekar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin 2021-02-03 22:25:14   STENBOL – Ji xwendekarên ku rektorê qeyûm Melîh Bûlû şermezar kirin hatibûn binçavkirin, 12 jê bi daxwaza hepsa malê, 9 jê bi daxwaza kontrola edlî û 30 jê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Duh gelek xwendekar di çalakiyên şermezakirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î de ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatıye kirin, hatibûn binçavkirin. Ji 228 xwendekarên hatibûn binçavkirin, piraniya wan îro danê sibehê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatibûn berdan, lê 51 jê nehatibûn berdan.   Îro danê êvarî jî karê îfadewergirtinê yê li dozgeriya Edliyeya Stenbolê bi dawî bû. Piştî îfadeyê 12 xwendekar bi daxwaz hepsa malê, 9 jê bi daxwaz kontrola edlî û 30 jê jî bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.