30 xwendekarên sewqî dadgehê kirin hatin berdan 2021-02-04 08:00:02   NAVENDA NÛÇEYAN - 30 xwendekarên ku Rektorê Qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçî yê AKP’î Melih Bulu şermezar kirin û hatibûn binçavkirin, piştî sewqî dadgehê hatin kirin, li dadgehê serbest hatin berdan.    Di 2'ê Sibatê de gelek xwendekar di çalakiyên şermezakirina rektorê qeyûm yê Zanîngeha Bogazîçî Melîh Bûlû yê AKP'î de hatibûn binçavkirin. Ji 228 xwendekarên hatibûn binçavkirin, piraniya wan duh sibehê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatibûn berdan, lê 51 jê nehatibûn berdan. Duh êvarî jî karê îfadewergirtinê yê li dozgeriya Edliyeya Stenbolê bi dawî bû. Piştî îfadeyê 12 xwendekar bi daxwaz hepsa malê, 9 jê bi daxwaz kontrola edlî û 30 jê jî bi daxwaz girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 30 xwendekarên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, piştî li dadgehê îfade dan serbest hatin berdan.    Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Huda Kaya û parlanenterên CHP'ê Ali Şeker, Mahmut Tanal, Sezgin Tanrikulu, Serra Kadigil û Turan Aydogan jî heta dawî li ber adliyê rawestiyan û piştgirî dan xwendekaran.