Dozger telefona girtî wekî delîla 'endamtiya rêxistinê' hesibandiye 2021-02-04 09:05:45 EDENE - Dozgerê ku ji bo rojnamevanê girtî Îbrahîm Karakaş got "endamê rêxistinê" ye, di îdianameyê de jî ji bo telefona girtî ya Karakaş jî gotiye, ji ber fealiyetên xwe yên rêxistinî girtiye.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş di 6'ê Mijdara 2020'an de hatibû girtin. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê îdianameya derbarê Karakaş de amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Edeneyê jî îdianame qebûl kir. Danişîna ewil dê di 23'yê Adarê de bê lidarxistin.    Dozgeriyê di îdianameyê de bal kişandiye ser hevdîtinên Karakaş ên bi rêya telefonê bi malbata xwe û hevalên xwe yên rojnamevan re kiriye û ev yek wekî delîla sûc hesibandiye. Her wiha hardîskên ku materyalên dîjîtal tê de bûne û li mala Karakaş hatine desteserkirin jî di îdianameyê de cih girtine û sûc hatine hesibandin. Her wiha nûçeyên ku Karakaş çêkirine û di hesabê xwe yê medyaya sosyal de parve kirine jî sûc hatine hesibandin.    Di îdianameyê de îfadeyên Huseyîn Dûrûdenîzê îtirafkar jî hene û hatiye derpêşkirin ku Karakaş di sala 2016-2017'an de çûye qadên parastina medyayê û li wir di warê rêxistinî de hatiye perwerdekirin û "bêtêlvan" û "rojnamevanê" Endamê Desteya Rêvebir a KCK'ê Dûran Kalkan bûye. Ji ber ku di sala 2016-2017'an de telefona Karakaş girtî bûye, dozger ev tişt û beyanên îtirafkar dane ber hev du û wê jî wekî delîla ku Karakiş li kampa rêxistinê bûye hesibandiye.    Parêzerê Karakaş Tûgay Bek, anî ziman ku Karakiş ji Mijdara 2020'an ve girtiye û ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê tê darizandin. Bek, destnîşan kir ku ji ber ku telefona Karakaş girtî bûye dozger jî vê wekî ku li kampên rêxistinê be nirxandiye û ji xwe re kiriye delîl.    Parêer Bek, anî ziman ku Tirkiye di warê rojnamevanên girtî de di rêzên ewil de ye û got: "Îdiayên di dosyeya Îbrahîm Karakiş de hemû bê delîl in û ne berbiçav in. Li gor beyanên îtirafkarekî hatine amadekirin û ez werê difikirim ku dê beraet bike. Bang li hemû rojnamevanan dikim ku xwedî li vê doza Karakaşd erkevin."    MA / Hamdûllah Kesen