Dozger qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê wek ‘endamên rêxistinê’ da nîşandan 2021-02-04 09:21:25 MÊRDÎN - Dozger di doza hevşaredarên Qoserê yên berê biryara xwe eşkere kir û Emrûllah Akhamûr û Mûrat Yurdagul ên di Komkujiya DAIŞ’ê ya li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn jî wek “endamê rêxistinê ne” da nîşanda.  Hevşaredarên Qoserê yên berê Îsamîl Asî û Leyla Salman jî di nav de 7 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” di kanûna 2016’an de hatibûn girtin. Piştî 3 salan ji hefsê hatin berdan û ne girtî dihatin darizandin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Mêrdînê hat lidarxistin. Dozger di danişînê de biryara xwe da û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê zîndankirinê yê 15 salan ji hevşaredar û yên li gel wan re xwest. Dozger hevşaredaran bi sedema faliyetên wan siyasî, girtina karkeran a şaredariyê, wesayîtên cenaze ku şandine merasîma cenazeyê qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê sûcdar dike. Dozger di biryara xwe de cih daye beşdariya hevşaredaran a merasîma cenazeyan û taziyeyan jî û hevşaredaran tewanbar dike. Dozger ji bo Emrûllah Akhamûr û Mûrat Yurdagul ên ji Qoserê ne û di komkujiya di 20’ê Tîrmeha 2015’an ve ji aliyê DAIŞ’ê ve li navçeya Pirsûsa Rihayê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan jî wek “endamên rêxistinê” da nîşandan.    Dozgerî di biryara xwe de cih daye van gotinan: “Emrullah AKHAMUR û Murat YURDAGUL ên endamên rêxistinê ne di teqîna li navçeya Pirsûsê ya Rihayê de mirin e, di merasîma wan de maşîneyên aydî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Qoserê cih girtine û potên aydî rêxistinê û poster hatine vekirin û têkildarî rêxistinê dirûşm berz kirin e.”    'METNEK NE HIQÛQÎ YE’    Ji parêzerên Doza Komkujiya Pirsûsê Sezîn Ûçar bertek nîşanî biryara dozgeriyê ya ku Akhamur û Yurdagul kiriye “endamên rêxistinê” da û destnîşan kir ku hem îdianame hem jî biryara dosyeyê ne metnek hiqûqî ye û ji hiqûqê dûr e. Ûçar got ew yek ji komkujiyên mezin bû û siyasî bû û nayê qebûlkirin ew ciwanên canê xwe ji dest dane wek endamên rêxistinê werin nîşandan. Ûçar anî ziman ku ew ê giliyê dozgeriyê ji Desteya Dadger û Dozgeran re bikin.    MA / Ahmet Kanbal