Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî 2021-02-04 11:38:39   ENQERE – Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, di roja 70’iyan de dewam dike û got: “Rakirina tecrîdê daxwaza jinane ne jî.”    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, li Navenda Giştî ya partiya derbarê rojevên jinan de civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêde bûn hatiye destpêkirin bibîr xist û got: “Çalakiya greva birçîbûnê di roja 70’iyan de dewam dike. Girtiyan bedenên xwe ji birçîbûnê re razandine. Li bendêne ku hiqûq bê bi cih anîn. Ji bo ku siyaseta qeyûm, kîn û neyartiyê bi dawî bibe, hewl didin dengê xwe bigihînin rayedaran. Daxwaza rakirina tecrîdê, daxwaza jinane jî. Divê ev daxwaz tavilê bê pêşwazîkirin.”    DIVÊ MAKEZAGON BÊ NÎQAŞKIRIN'   Başaran, di dewama axaftina xwe de bal kişand seer gotina Serokkomar Tayyîp Erdogan a "hewcehî bi destûreke nû heye" û wiha axivî: "Di hefteya borî de Erdogan gotibû ku hewceyî bi destûreke nû heye. Duh jî Serokê MHP’ê Bahçelî piştgirî da vê daxuyaniyê û got 'belê hewceyî bi destûreke nû heye.' Rast e, makezagoneke nû ji Tirkiyeyê re lazim e. Lê lazim e ku ev makezagon bi rê û rêbazên demokrasiyê bên çêkirin. Dema ku demokrasî tûnebe, fikrên cuda di nava vê makezagonê de tunebin, ev kêmasiyeke mezin e. Dema ku îktidar û tifaqa xwe werin bêjin me mekazagoneke nû nivîsiye, hûn jî piştgiriyê bidin vê yekê ev pirsgirêk mezintir e. Ji ber vê jî, beriya her tiştî divê rewşek demokratîk hebe ku ev makezagon were nîqaşkirin."   'PIRSGIRÊKA KURD TÊ ÎNKARKIRIN'   Başaran, têkildarî çareserkirina pirsgirêka Kurd jî ev nirxandin kir: "Beriya her tiştî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd lazim e ku  tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan were rakirin. Em ê fikrên xwe li ser çareseriya pirsgirêka Kurd a di çarçoveya destûra nû de berfireh di pêşerojê de parve bikin. Îro pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî girîng û mezin e li Tirkiyeyê. Em her tim rê û rêbazên çareseriyê tînin ser ziman. Îro bêhiqûqiyeke mezin heye. Li zindanan girtiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bangewaziyê dikin. Tecrîdeke giran di kesayetiya birêz Ocalan de li ser çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Pirsgirêka Kurd tê înkarkirin. Lewma ji bo çareseriyê beriya her tiştî lazim e ev tecrîda giran li ser birêz Ocalan were rakirin. Em dixwazin ev politîkayên ku Kurdan înkar dikin û li ser asîmîlasyona Kurdan tên meşandin werin rakirin. Di pêşerojê de em ê li ser makezagona nû berfireh daxwaz û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bikin."   TÊKOŞÎNA HEVPAR    Başaran, diyar kir ku ewê dest ji têkoşînan jinan bernedin û wiha bilêv kri: "Berê jî me  ji bo tundî û êrîşên li ser jinan, di platformên cuda de bangawazî kiribû. Me gotibû ku divê 'Meclîs bi awayekê lezgîn kom bibe û di vê mijarê de bergiriyan bigire.' Belê divê Meclîsa bi lezgînî kom bibe û li dijî tevkujiya jinan bikeve nava tevgerê. Hêza herî mezin a ku Meclîsê bixe nava tevgerê, em jinîn. Ji ber ku îro Meclîs ji aliyê zilamên serdest ve tê birêve birin. Em li wirin. Emê weke Meclîsa Jinan a HDP'ê têkoşîna xwe li Meclîsê dewam bikin. Em ê li qadan, kolan û koçeyan û di hemû qadên jiyanê de têkoşîna xwe dewam bikin. Em bawer dikin ku emê bi ser bikevin. Ji ber vê, her jina ku li ber xwe dide, ji bo me  pir girînge. Hemû jinên dest ji têkoşîna xwe bernadin ji bo me bi nirx, hêja û girîngin. Werin em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û li dijî vê siyaseta dijminane ya li ser jinan, têkoşîna xwe ya hevpar bi rêve birin."